`Em dixwazin careke din çanda tembûr di her malekê de hebe`

Hezkirina wan ji tembûrê re hişt ku ji nû ve wan tembûrên kevn çêkin da ku cihê çanda civakê ya winda dibe, biparêzin û bi berhemên xwe di sûkên alavên mûzîkê de cih bigirin.

`Em dixwazin careke din çanda tembûr di her malekê de hebe`
27 tebax, 2021   09:51
HELEB-MIHEMED EBDO

Mihemed Hebeş bi hevrêyên xwe Yasir û Mihemed re dest bi karê lêgerîna textê çêkirina tembûrê ku civaka Kurd pê navdar e dikin.

Her sê hevrê ku paşnavê wan Hebeş e, tevî ku ne ji gundekî û ne jî ji malbatekê ne, lê ji heman kantonê ne. Ji ber wê yekê li hev kirine ku navê "Hebeş Saz" li projeya xwe ku ji beriya 4 mehan ve dest pê kirine, bikin.

Mihemed Hebeş yek ji beşdarên projeya çêkirina alavên tembûrê ya li bajarê Helebê ye got, piştî ku ew ji bajarê Efrînê koçber bûn, zehmetî di peydakirina kar de dîtin, ji lew re wî û hevalên xwe dest bi çêkirina derî û pencereyên text ên ku  zirar dîtine, kirin.

Têkildarî fikreya çêkirina amûra tembûrê Mihemed Hebeş wiha got: "Kurê min ji min xwest ku jê re tembûrekê bikirim. Em çûn sûkê û me buhayên wan pirsî, buhaya wan pir bilind bû. Tembûra ku li Tirkiyê çêbûye û ne zêde baş e bi 800 hezar lîreya Sûriyê bû, anku nêzî 250 dolarî bû."

Hebeş wiha gotina xwe dewam kir: "Divê ez xwesteka kurê xwe pêk bînin. Ji ber wê ez fikirîm ku tembûrê bi xwe çêkim. Min peymangeha endustriyê (sînaa), beşa çêkirina mobîlya xwendiye û ji biçûkaniya xwe de min li tembûrê dida."

ꞌTEMBÛREK JI NÛ VE HATIYE ÇÊKIRINꞌ

Mihemed Hebeş û hevalên xwe textê ji cureya darê zan ku pê deriyên kevn ên malan hatibûn çêkirin, kirin parçeyên bi 3 cm û ji nû ve kirin tembûr. Her wiha alavên xwarkirina text û hilmê ji bo ku text were nermkirin jî bi xwe çêkirin.

Hebeş da zanîn ku wan alava hilmê ji bo nermkirinê ji avala germkirina avê ya malê çêkirin, lê alava xwarkirinê ji têlên xurt li ser saceke qalind hatiye danîn, çêkirin.

Mihemed Hebeş da zanîn ku wî tembûra xwe xirab kir da ku awayê çêkirin, xwarkirin û tiştên din nas bike, ya herî girîng jî pîvana wê ye, ji ber ku her çewtiyeke biçûk dê bi xwe re dengekî nebaş bîne.

`QONAXÊN ÇÊKIRINÊ`

Qonaxa yekem divê cureya text were hilbijartin, bi piranî textê zan tê bikaranîn. Ji ber ku textên gûz û tûyê yên ku ji bo çêkirina tembûran textê herî baş e kêm in. Ji ber ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye û rêyên ku textê pê werin tune ne.

Qonaxa duyem text tê qutkirin, dibin parçeyên wek hev û kêmberiya wan 3 cm. Piştre ew parçe dikevin alava hilmê da ku text nerm bibe û bi hêsanî were çêkirin.

Piştre her parçeyek dikeve alava xwarkirinê da ku yek şekil derkeve. Piştre keviyên text tên qeşirandin û qutiya deng li dawiya wê tê barkirin.

Qonaxa dawî jî parçe têne girêdan, tê buyaxkirin û eyarkirin, têl tên girêdan û li dawiyê dengê wê tê ceribandin û eyarkirin.

`TEMBÛRÊN KU JI NÛ VE TÊN ÇÊKIRIN LI SÛKAN ZÊDETIR TÊN KIRÎN `

Mihemed Hebeş destnîşan kir ku hewldanên wan ên destpêkê bi bin ketin, lê dubarekirin û naskirina şaştiyan hişt ku tembûr bi dengekî baş werin çêkirin ku li bazarê bi yên din re di pêşbirkê de bin.

Miheme Hebeş û hevalên wî her tembûrekê bi 200 hezar lîreyên Sûriyê difiroşin anku nêzî 75 dolarî û soza başbûna wê didin kesên dikirin.

Têkildarî mijarê Mihemed Hebeş ev tişt got: "Armanca me ya sereke ne qezenckirin e, ji ber ku wekî em dizanin li her maleke Kurdan alaveke tembûrê hebû, lê civaka me di qonaxa şer de ew çand winda kir, em dixwazin wê windahiya çandê careke din vegerînin, li aliyekî din jî bi rêya firotina wan a bi nirxekî guncaw em lêdana tembûrê didin hezkirin."

Hebeş diyar kir ku xwesteka wan li vir sînordar namîne, lê belê ew ê fikreya çêkirinê belav bikin û alavên din mîna ûd û kemanê çêkin.

Hin dîroknas dibêjin ku gotina tembûr ji gotina kurdî bizik anku zik hatiye û gotina tembûrê ji bilî ferhengên kurdî de di tu ferhengan de tune ye, anku nav ji şekil hatiye, ji ber ku mîna mêrê bizik e. Ji ber wê yekê tê texmînkirin ku koka tembûrê xaka Kurdistanê ya kevnar e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DYzhYRih6W8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>