Çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê 2 hezar dar birîn

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 2 hezar dar birîne.

Çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê 2 hezar dar birîn
27 tebax, 2021   09:38
 ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên komên Mihemed El-Fatih, Suleyman Şah, Lîwa Semerqend û Lîwa El-Weqas li çiyayên di navbera navçeyên Cindirêsê û Şiyê de zêdetirî 2 hezar dar birîne.

Çavkaniyan her wiha ragihand ku çete daran qut dikin da ku êzingên wan bifiroşin û ew yek di bin çavdêriya çeteyê bi navê ‘Ebû Hisên’ de pêk tê. Her wiha destnîşan kir ku piraniya êzingan derbasî Tirkiyê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê daran dibirin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha, zêdetirî 327 hezar dar hatine birîn û zêdetirî 17 hezar dar jî hatine şewitandin.

(cx)

ANHA