Zanîngeha El-Şerq dema qeydkirinê heta 30`ê Tebaxê dirêj kir

Ji ber serlêdana zêde ya xwendekaran, Zanîngeha El-Şerq a Reqayê dema qeydkirina xwendekaran heta 30`ê Tebaxê dirêj kir.

Zanîngeha El-Şerq dema qeydkirinê heta 30`ê Tebaxê dirêj kir
27 tebax, 2021   07:25
REQA

Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşxistina perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî 9 salan ji rawestandinê dest bi sererastkirina Zanîngeha El-Şerq ya li Reqayê kir.

Bi armanca vekirina derfetê li pêşiya xwendekarên Reqa û herêmên din ku xwe di Zanîngeha El-Şerq de qeyd dikin, zanîngehê dema qeydkirina xwendekaran di beşên xwe de dirêj kir, nexasim li pêşiya xwendekarên ku dewreya tekmîlî (dewreya duyemîn) ya hikumeta Şamê bi dawî kirine.

Cîgirê serokê zanîngehê yê kar û barên akademîk Xelîl El-Elî di vê derbarê de wiha got: "Diviyabû ku qeydên Zanîngeha El-Şerq 19`ê Tebaxê bi dawî bibûna. Lê ji ber serlêdana zêde me dît ku em dema qeydkirinê dirêj bikin da ku rê li pêşiya xwendekaran vekin. Ji ber ku serlêdan ji wan herêman gelek in."

El-Elî destnîşan kir ku amadekirina avahiya zanîngehê û cihê mayîna xwendekaran jî ber bi qedandinê ve diçe û piştrast kir ku perwerdeya zanîngehê dê di 26`ê Îlonê de dest pê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zanîngeha El-Şerq yekemîn zanîngeha li Reqayê ye. Kadroyeke perwerdeyê ya taybet û serbixwe tê de heye û her wiha 8 beşên wê hene.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rd4fuouc1qk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>