Hejmara kuştiyên teqînên li balafirgeha Kabulê zêde bû

Li gorî rayedarekî Wezareta Tenduristiyê ya Efganistanê hejmara kuştiyên teqînên li balafirgeha Kabulê gihaşt 100 kesî.

Hejmara kuştiyên teqînên li balafirgeha Kabulê zêde bû
27 tebax, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî payebilind ê Wezareta Tenduristiyê ya Efganistanê, diyar kir ku hejmara kuştiyên teqînên li balafirgeha Kabulê ji 100’î derbas bûye ku di nav de leşkerên DYA’yê jî hene.

Rojnameyê bi bîr xist di encama teqînê de herî kêm 90 efganî hatine kuştin û li gorî Koşka Spî jî 13 leşkerên amerîkî hatine kuştin.

Duh 2 teqîn li nêzî balafirgeha Kabulê rû dan. Yek nêzî otêla Baron bû. Li gorî raporan, li otêlê gelek biyanî kom bûbûn, di nav de hemwelatiyên brîtanî û amerîkî jî hebûn.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê teqîna li balafirgeha Kabulê girt ser xwe.

Serokê DYA’yê Joe Biden jî fermanek da ku derbe li çeteyên DAIŞ`ê yên li wilayeta Xerasanê bidin ku DAIŞ lê serwer e û her wiha piştrast kir ku dê berpirsên teqînan bên dîtin û cezakirin.

(şx)