​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pêleke nû ya koçberiyê ber bi bakurê Sûriyê yê dagirkirî ve

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa pêşketinên li başûrê Sûriyê, êrişa terorî ya li Efganistanê û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pêleke nû ya koçberiyê ber bi bakurê Sûriyê yê dagirkirî ve
27 tebax, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ PIŞTÎ TOPBARANÊ PÊLEKE NÛ YA KOÇBERIYÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro têkildarî rewşa Derayê wiha nivîsî: “Duh, piştî ku bajarê Tefes ê rojavayê Derayê ji aliyê hêzên Furqeya 4`an ve bi dijwarî hate topbarankirin, hate ragihandin ku bi çavdêriya Furqeya 5`an û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê 22 kesan koçî bakurê Sûriyê kiriye.

Komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîma Sûriyê xwestibû ku 22 kes biçin bakurê Sûriyê. Duh (pêncşem) “otobusên koçberiyê” gihaştin taxa Gimrukê ya kevn a Derayê da ku kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin û malbatên ku dixwazin derkevin, bigihînin bakurê Sûriyê. Mihemed El-Misalme ku bi navê “Hefo” tê nasîn û Mueyed Herfûş koçberî û derketina ji Derayê red dikin. Ew her du kes bi astengkirina lihevkirina yekemîn a sêşema borî tên tawanbarkirin. Di çend rojên pêşîn de dê li ser hin bendên din li hev bikin; koçberkirina kesan, avakirina nuqteyên çavdêriyê yên Rûsyayê, navendeke çareserkirina rewşan, radestkirin an desteserkirina çekan.

Çalakvanan ragihand ku vê sibehê zêdetiîr 25 top û moşek li taxên sivîlan û sûka bajêr ketin û di encamê de 3 sivîl hatine kuştin û 10 birîndar bûne.

Her wiha topên din li dibistaneke bajarê Tefes ketin.

Berdevkê “Kombûna Ehrar Horan” Ebû Mehmûd El-Horanî ji ronameyê re destnîşan kir ku Rûsyayê hewl dida dosyaya Dera El-Beld bi lez û bi rêbazên aştiyane çareser bike, lê piştî pêkanîna lihevkirina yekemîn efserên rejîma Sûriyê hewl didin destkeftiyan ji bo berjewendiyên xwe bi dest bixin, Furqeya 4`an derbasî Dera El-Beled bikin û malên sivîlan talan bikin û nuqteyên xwe ava bikin.”

‘GEFÊN TERORÊ REWŞA EFGANISTANÊ BI GIRÊKTIR DIKE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Efganistanê kir û wiha da zanîn: “Pêncşemê, Pentegonê ragihand ku li balafirgeha paytexta Efganistanê Kabulê teqînek pêk hatiye. Hikumetên welatên rojavayî hişyarî dabû ku dibe li balafirgeha Kabulê ku bûye rêya yekane ya derketina ji Efgansitanê, êrişên terorî pêk bên.

Berdevkê Pentegonê John Kirby li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku teqîna li nêzî dergeha Abî ya balafirgeha Kabulê di encama êrişekê de pêk hatiye û gelek kuştî û birîndar hene. Her wiha destnîşan kir ku di nava qurbaniyên teqînê de leşkerên amerîkî jî hene.

Çavkaniyekî din ji hikumeta Amerîkayê ragihand ku hikumet lêpirsîna derbarê teqînê de deam dike, lê hemû nîşane îsbat dikin ku DAIŞ-Eyaleta Xurasanê pêk aniye.

Şaxê DAIŞ`ê li Efganistanê ku bi “DAIŞ Xurasan” tê nasîn, wekî çavkaniya êriş û gefên terorî tê dîtin û metirsî hene ku ew kom tevliheviya li balafirgehê bi kar bîne û hêzên biyanî û sivîlên bêguneh bike hedef.”

‘ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ JI BO BIDAWÎKIRINA ALOZIYA SIYASÎ YA LUBNANÊ ZÊDE DIBIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Di van rojan de zextên navneteweyî ji bo bidawîkirina aloziya avakirina hikumetê li Lubnanê zêde dibin. Serokê hikumetê yê erkdarkirî Necîb Mîqatî piştî hevdîtina bi serok Mîşêl Ewn re, bi gotina xwe “înşallah xêr e” hêviyek ava kir.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got sekreterê giştî yê NY`yî Antonio Guterres li hemberî rewşa aborî û civakî ya xirab li Lubnanê metirsiyên xwe anîn ziman û bang li hemû rêveberên siyasî kir ku hikumeteke yekitiya nîştimanî ya aktîf bi lez ava bikin.

Nûnerê bilind ê YE`yê Josep Borrell jî bang li serok Ewn û siyasetmedarên Lubnanê kir ku di zûtirîn demê de hikumetê ava bikin, her wiha xwest ku bi lez sererastkirinên pêwîst çêkin da ku welêt ji vê aloziya heyî derxin.”

(cx)