Li Şêrawayê di encama teqîna mayinekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî ji ber teqîna mayinekê welatiyê bi navê Elî Mihemed Hemreşo jiyana xwe ji dest da.

Li Şêrawayê di encama teqîna mayinekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
26 tebax, 2021   09:19
ŞEHBA

Vê sibê mayineke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li navçeya Şêrawa hatibû çandin, bi welatiyê bi navê Elî Mihemed Hemreşo (23) de teqiya ku ji şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ye û li gundê Kilotê yê Şêrawa dima.

Piştî teqînê, Elî Mihemed Hemreşo rakirin navenda tenduristiyê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a li gundê Bircqasî lê jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA