HRE’yê der barê çalakiyên xwe de daxuyaniyek da

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dar xistine, daxuyaniyek da û da zanîn ku di navbera 17 û 23`yê Tebaxê de 9 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

HRE’yê der barê çalakiyên xwe de daxuyaniyek da
26 tebax, 2021   09:42
NAVENDA NUÇEYAN

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efîrnê (HRE) wiha ye:

"Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me di navbera rojên 17 û 23`yê Tebaxê de çalakiyên bibandor li dar xistin.

Roja 17`ê Tebaxê, li gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê, ji aliyê Tîma Şehîd Avesta ve çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteyê bi navê Ebû Docana û 2 çeteyên din hatin kuştin.

Roja 21`ê Tebaxê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di encama çalakiyeke sabotajê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Rojên 22 û 23`yê Tebaxê, li gundê Keferxweşê yê bajarokê Ezazê, li hember çeteyên dagirkeriya Tirk 2 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di çalakiya 22`yê Tebaxê de 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. Di çalakiya 23`yê Tebaxê de jî 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha mewziyek û konteynerek jî hatin rûxandin.

Di wan çalakiyan de bi giştî 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.”