Şêniyên Kobanê: Ger Rûsya bi erka xwe ranebe bila ji herêmên me derkeve

Şêniyên kantona Kobanê di xwepêşandana li pêşiya baregeha Rûsyayê de diyar kir ku ew ê heta têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin û got: "Ger Rûsya erka xwe li hemberî gelê herêmê pêk neyne, êrişan bi dawî neke û aştiyê pêk neyne, bila ji herêmên me derkeve."

Şêniyên Kobanê: Ger Rûsya bi erka xwe ranebe bila ji herêmên me derkeve
26 tebax, 2021   08:57
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê roja 24`ê Tebaxê li pêşiya baregeha  Rûsyayê ya li radyoya Kobanê ya rojavayê bajêr xwepêşendan li dar xist û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, ku Rûsya li hemberî wê bêdeng e.

Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsya ya li hemberî wan êrişan, xwepêşendan organize kir, ji bo ku peyama gelê herêmê bigihîne hêza garantor Rûsya.

Têkildarî mijarê, Semîre Ehmed a ji Kobanê ji ajansa me re axivî û bêdengiya Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk li dijî gel û jinan komkujiyan pêk tîne. Lê Rûsya û civaka navneteweyî li hemberî wê bêdeng in. Gelo çima Rûsya bêdeng e? "

Semîre ev pirs kir: "Ev erdê me ye, çima dewleta Tirk dixwaze dagir bike? Rûsya bi erka xwe ranabe û bêdeng dimîne."

Semîre got gelê Kurd bi armanca rizgarkirina erdê xwe ji terorê fedekariyên giranbiha da û niha jî amade ye ku hîn zêdetir berdêlan bide. Semîre îşaret pê kir ku dayikên şehîdan û hemû gelê Kurd şopdarên rêya şehîdan in.

Semîre her wiha piştrast kir ku Rûsya bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan dike ku şirîka sûcên ku li dijî herêmê pêk tên e.

ꞌGER RÛSYA BI ERKA XWE RANEBE, BILA JI HERÊMÊN ME DERKEVEꞌ

Mehmûd Xelîl ê ji gundê ZorMixar ê rojavayê Kobanê jî got: "Dewleta Tirk çi ji me dixwaze, çima Rûsya piştgiriya wê dike û dihêle dewriyeyên xwe li erdê me pêk bîne û zarokên me qetil bike?"

Xelîl teqezî bi berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk kir û got ew ji dewleta Tirk natirsin, ew ê li ser erdê xwe bimînin û wê dewleta Tirk nikaribe wan bide koçberkirin û herêmên wan dagir bike.

Xelîl destnîşan kir ku Rûsya li herêmê bi rola xwe wek hêzeke garantorê agirbestê ranabûye, êrişên dewleta Tirk ranawestîne û wiha dewam kir: "Sînorên Tirkiyê hene, ne ji mafê wê ye ku wan sînoran derbas bike û herêmên me dagir bike."

Di dawiyê de Xelîl îşaret pê kir ku Rûsya bi erka xwe ya li hemberî gelê herêmê ranebû, ji ber vê yekê divê ji herêmên wan derkeve û ew dizanin dê çawa herêmên xwe bi rê ve bibin ji ber ku xwedî îdare ne.

ꞌEM Ê LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNINꞌ

Welatiya bi navê Temra Nasan a ji gundê Qeremox axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên xwe û hedefgitina sivîlan şermezar kirin û got: "Rûsya û Amerîka bi bêdengiya xwe îsbat dikin ku hevkarên sûcên ku dewleta Tirk in."

Temra Nasan da zanîn ku wan hêzan li ser erdê xwe qebûl nake ku êrişên dewleta Tirk nedan rawestandin û aştî li herêmê pêk nehat.

Temra destnîşan kir ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî aştîxwaz e, derveyî aştî, demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş a li ser erda xwe naxwaze.

Temra bal bişand ser girîngiya rawestandina êrişên dewleta Tirk û pêkanîna mafê parastina rewa û wiha dewam kir: "Em gelekî aştîxwaz in, lê kesên ku êrişî me dikin û dibin sedem ku ciwanên me şehîd bibin, em ê ji wan û dijminatiya wan re bêdeng nemînin, li dijî dagirkeriya wan li ber xwe bidin û dawî lê bînin."

 Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi balafirên bêmirov sivîlan dike armanc. Di encamê de ji destpêka Tebaxê ve 11 kes şehîd bûn û li hemberî vê yekê civata navneteweyî û cîhan bê deng e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jWr0eWcgmiU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>