Rojnameyên erebî: Lihevkirina li Derayê bi bin ket

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Sûriyê, Efganistanê û Lîbyayê de nivîsand.

Rojnameyên erebî: Lihevkirina li Derayê bi bin ket
26 tebax, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEWLDANÊN PÊKANÎNA NEXŞERÊYA RÛSYAYÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ’

Têkildarî binkeftina pêşniyara Rûsyayê ya ji bo başûrê Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Duh hewldan hat kirin ku nexşerêya Rûsyayê bi ser bikeve, piştî ku lihevkirina di navbera Komîteya Navendî ya Dan û Standinan a Dera El-Beled û şandeya hikumeta Şamê de bi navbeynkariya Rûsyayê û bi tevlêbûna Feyleqa 5`an, bi bin ket. Berdevkê fermî û nûnerê Komîteya Navendî ya Dan û Standinan a Dera El-Beled parêzer Ednan El-Misalme duh ragihand ku lihevkirin bi bin ketiye, piştî ku komîteyê daxwaza derxistina 2 kesan ji bajêr red kir.

Van her du kesan li pêşiya êlên bajêr soz da ku ji bajêr derkevin ku di encamê de lihevkirina bi Rûsya û komîteya navendî re pêk hat. Lê ji nişka ve ji biryara xwe gav paş de avêtin. Ji ber wê şer, topbaran û dorpêça li ser bajêr berdewam kir û lihevkirina ku êvara sêşemê ketibû meriyetê, bi bin ket.

Li gorî pêvajoya yekemîn a lihevkirinê, divê operasyonên leşkerî li Dera El-Beled rawestin, polîsên leşkerî derbasî bajêr bibin û nuqteyeke xwe li başûrê Dera El-Beled ava bikin. Piştre bi şertê ku Feyleqa 5`an û Firqeya 4`an ji dora herêma dorpêçkirî vekişin, koma ku ji Mihemed El-Misalme û Mueyed Herfûş pêk tê ji Dera El-Beled derkeve.

Komîteya Dera El-Beled û rûspiyên bajêr di daxuyaniyeke xwe de ku duh daye, bang li Mihemed El-Misalme û Mueyed Herfûş kir ku yekser bê şert ji bajêr derkevin û heke dernekevin ew berpirsên encaman in û êdî tu têkiliyên komîteyê û rûspiyan bi tevgerên wan kesan tune ye.”

‘METIRSIYÊN EFGANAN ZÊDE DIBIN’

Girêdayî rewşa Efganistanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Piştî ku Talîbanê desthilata li Efganistanê kontrol kir, bi hezaran efganî li dora balafirgeha Kabulê kom bûn ji bo ku ji welêt derkevin. Ruxmî temînatên ku tevgerê dane lê efganî metirsîdar in.

Ev geşedan piştî ku serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku rêwîtiyên ku welatê wî û welatên din pêk tînin, dê di hefteya bê de xilas bibin, rû dan.”

‘ÇAVKANÎ: DEBÎBE HEWL DIDE CIVÎNA PARLAMENTOYÊ BI PAŞ BIXE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe hewl dide serokê parlamentoyê îqna bike ku civîna parlamentoyê dereng bixe ku tê payîn duşema bê li dar bikeve.

Li gorî çavkaniyên agahdar, li gel zêdebûna bangewaziyên kişandina baweriyê ji hikumeta wî dibe ku Debîbe di wê civînê de hazir nebe.

Parlamentoya Lîbyayê yekşemê got: “Hikumet ji bo civîneke lêpirsînê hatiye vexwendin. Ev civîn dê 30`ê vê mehê li dar bikeve. Divê hikumet li pêşiya parlamentoyê ya li Toruqê amade be. Ev biryar li gorî muzakereya gelek endamên parlamentoyê têkildarî kar û xebatên hikumetê hat dayîn.”

 (şx)