Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin Rêveberiya Xweser bê naskirin

Şêniyên Minbic û navçeya Sirîn bang li civata navneteweyî kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike û piştrast kir ku ew çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin Rêveberiya Xweser bê naskirin
26 tebax, 2021   07:59
KOBANÊ

Li gel ku li Sûriyê alozî didome jî, lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye aramî û ewlehî serwer e. Şêniyên herêmê bi domdarî bang li civata navneteweyî dikin ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike.

elatiya bi navê Zelîxa Ibrahîm ya Minbicê got: "Ji îro de em ê derkevin qadan da ku yekitiya xwe piştrast bikin, her wiha daxwaza me diyar û zelal e, ew jî naskirina Rêveberiya Xweser e."

Zelîxa destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ne projeyeke cudaxwaz e wekî ku aliyên derve idîa dikin, lê belê ew çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye.

Ebdulkerîm Feyad ê ji Girê Spî jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser wan temsîl dike û ew li dijî her hêzekê ne ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Her wiha anî ziman ku divê pêkhateyên herêmê bibin yek da ku ewlehiya herêmê bi yekitiya xwe biparêzin û di demeke nêz de deverên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, rizgar bikin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl da bi hemû rêyan projeya pêkhateyên herêmê têk bibe. Her wiha gelek herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser dagir kirin da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Di demên dawîn de, ji ber ku dewleta Tirk nekarîbû projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, êdî êrişî herêmên wê dike û li dijî şêniyên wê komkujiyan pêk tîne.

Welatiyê bi navê Şêx Berho El-Emorî ji navçeya Sirîn, axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku bibin yek û li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin. Her wiha diyar kir ku divê ew nakokiyên hundirîn derbas bikin. Şêx Berho bang li hemû pêkhateyan kir ku hev bigirin ji ber ku parastina xakê, berpirsiyariya her kesî ye.

Elwan El-Elî ji gundewarên Sirînê, axivî û got: "Em yek gel in û tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ne tenê pêkhateyekê dike armanc. Hemû şêniyên herêmê daxwazên dewleta Tirk dizanin, ew jî dagirkirina Sûriyê ye.”

Şêniyên herêmê bang dikin ku îtîrafeke navneteweyî bi Rêveberiya Xweser bê kirin ji ber ku ew rêya yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye. Her wiha gelek çalakiyan têkildarî vê yekê organîze dikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dKWXdSL0vV8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>