Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiyê ji malbata Pr.Nadirov şand

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiya ji malbata Pr. Nadir Nadirov û gelê Kurdistanê re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiyê ji malbata Pr.Nadirov şand
25 tebax, 2021   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiyê ji malbata Pr.Nadir Nadirov û gelê Kurdistanê re şand.

Di peyama sersaxiyê de wiha hate gotin:

"Rewşenbîr, akademisyen û zanayê navdar ê Kurd profesor Nadir ‎Nadirov mixabin koça dawî kir. Ji bo gelê Kurdistanê û giştî Kurdên ‎sovyeta berê windahiyekî mezin e. Ked û xebata ku Nadir Nadirov ji bo ‎yekitî û pêşketina gelê xwe kiriye, mîras û rêça ku wî li dû xwe hiştiye ‎cihê serbilindiya heta hetayî ye û wê her tim were şopandin."‎

ANHA