Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû

Yekitiya Rewşenbîran a Minbic û Gundewarên wê şahiya îmzekirina gelek pirtûkên nivîskar û rewşenbîrên Minbicê li dar xist.

Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû
Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû
Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû
Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû
Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû
Li Minbicê şahiya îmzekirina 3 pirtûkên nû
25 tebax, 2021   18:06
MINBIC

Di şahiya îmzekirina pirtûkan de bi dehan rewşenbîr û nivîskarên Minbicê amade bûn. Şahî li hola Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl a li aliyê rojavayê bajêr hat lidarxistin.

Şahî bi nirxandina nivîskarên pirtûkan der barê naveroka pirtûkên xwe de dest pê kir.

Navên pirtûkan wiha ye; "Pîvanên Başbûnê di perwerdê de" ya nivîskar Ehmed Ebû Şikêr. Pirtûk li ser pirsgirêk û bingehên pêşdeçûna perwerdê û zanistê di vê merheyelê de û derengmayîna wê diaxive.

Pirtûka "Şems El-Nehar" a nivîskar Cuma Heyder jî li ser kurteçîrokên cur bi cur diaxive, tê de mijarên civakî û azarên jinan mîna zewaca temenbiçûk hene.

Pirtûka "Koçeberiya Xewê ji Çavên te re û te jî çi kir?" ya nivîskar Seher Ewde li ser azarên jinan di civakê de û çawa xwe ji van azaran rizgar dike diaxive.

Di dawiya şahiyê de pirtûk ji hêla nivîskaran ve hatin îmzekirin û hin li beşdaran hatin belavkirin.

(fr)

ANHA