Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê 2 şehîd spartin axê, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdekî din eşkere kir. Ew şehîd di encama parastina herêmên xwe de di dem û dîrokên cuda de gihaştin asta şehadetê.

Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Li Hesekê 2 şehîd hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
25 tebax, 2021   19:23
HESEKÊ

Girseya gel cenazeya endamê hêzên Dispilîna Leşkerî şehîd Muwefeq Bekir (Delîl Cûdî) û cenazeyê endamê Hêzên Ereka Xweparastinê şehîd Cabir El-Elî wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve çûn.

Li goristanê li gel deqeya rêzgirtin YPG û YPJ’ê toraneke leşkerî pêşkêş kirin. Piştre bi navê Hêzên Dispilîna Leşkerî fermandar Umer Esaf axivî û got: "Şehîdên me hêvî û azadiya me ne ku ji me re ewlehî û aramî misoger kirin. Bi saya wan herêm hatin rizgarkirin û li dijî zalim, terorê, hemû komên çeteyan û artêşa Tirk sekinîn."

Esaf wiha li gotina xwe zêde kir: "Şehîdên me li dijî hewldanên bi armanca têkbirina destkeftiyên me û derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de tê koşîn û gel bi qurbaniyên xwe kirin yek."

Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad axivî û îşaret bi rola şehîdan û berdêlên ku bi armanca pêkanîna azadî û rizgarkirina herêmê  kir. Di heman demê de Esad  êrişên faşîzma Tirk ên li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê şermezar kirin, bombebarakirina sivîlan û koçberkirina wan a ji herêmên wan şermezar kir.

Esad di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan da.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Mihemed Elî Ebdo (Elî Selmo) eşkere kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şehîd di nav sloganan de li goristana şehîd Dijwar hatin veşartin.

(eh)

ANHA