Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest

Bi sedan şêniyên Helebê beşdarî merasîma sersaxiya her sê şehîdên bi navên Sosin Bîrhat, Rojda Cûdî û Mistefa bûn. Ev şehîd di cih û demên cuda de di berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn.

Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
Şêniyên Helebê sersaxiya malbatên her sê şehîdan Sosin, Rojda û Cûdî xwest
25 tebax, 2021   16:25
HELEB-MIHEMED EBDO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê veda. Di merasîma sersaxiyê de nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên taxê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/25/154909_amynh-byrm.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşan Mihemed, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Beyrem û endama rêveber a Kongreya Star Wefaa Îbrahîm axivîn.

/ar/uploads/files/2021/08/25/154925_rwshan-mhmd.webp

Axêveran serasaxiya malbatên şehîdan xwest û soza şopandina rêça wan heta pêkanîna hêvî û armancên wan ên avakirina welatekî demokrat û azad ku xwe dispêre bingehên neteweya demokratîk, da.

/ar/uploads/files/2021/08/25/154949_wfaa-ibrahym.webp

Her wiha axêveran da zanîn ku ji ber destwerdanên derve û gefên dagirkeriya Tirk ji herêmê re ev merheleyeke hestiyar e, divê pêkhateyên herêmê yekitiya xwe ava bikin ku li hember astengiyên vê merheleyê bisekinin û azadiya xwe bi dest bixin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran sersaxiya malbatên her sê şehîdan xwest û diruşmên şehîd namirin berz kirin.

Di 19’ê vê Tebaxê de di encama bombebarana balafirên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê Sosin Bîrhat şehîd bûbû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XJhCsBrhUZM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>