Leşkerên Tirk îşkence li du ciwanên Kobanê kir

Dema du ciwanên Kobanê şeva berê xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên dagirkeriya Tirk îşkence li her duyan kir.

Leşkerên Tirk îşkence li du ciwanên Kobanê kir
25 tebax, 2021   16:09
KOBANÊ

Ciwanê bi navê Ebdullah Ednan Cuma yê ji gundê Cim Heran ê tevî ciwanekî din bi destê leşkerên Tirk hatiye îşkencekirin wiha got: "Ez bi hevalekî xwe yê ji Minbicê re çûm Kobanê da ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibim. Di şeva berê de qaçqaçiyekî em birin gundê Qeremoxa Rojhilat ê ku 15 kîlometre dûrî Kobanê ye. Saet di 04:00’an sibehê de piştî 5 saetan ji bendewariyê em derbasî aliyê din bûn."

/ar/uploads/files/2021/08/25/154345_shaban-mn-kwbany-ytardha-lldhrb-almbrh-walsrqh-ala-yd-jnwd-alahtlal-altrky-.webp

Ebdullah Cuma wiha domand: "Piştî em derbarî aliyê din bûn anku Bakurê Kurdistanê, dengê avêtina guleyan ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hat, me hewl da xwe veşêrin, lê belê di dawiyê de em hatin girtin û bi tevahî rê û rêbazan îşkence li me hat kirin."

Ebdullah Cuma wiha dawî li gotina xwe anî: "Piştî vê lêdan û îşkenceyê, leşkeran pereyên me birin û em avêtin xaka Kobanê, piştre jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em birin nexweşxaneya bajêr."

(fr)

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MK6VV0gqL0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>