Ciwanên Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Zirgan, Til Temir, Şehba û Şengalê şermezar kirin û bang li ciwanan kir ku li dijî van êrişan bisekinin û berxwedanê bilind bikin.

Ciwanên Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
25 tebax, 2021   17:13
HESEKÊ

Têkildarî mijarê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Sûriyê yên kantona Hesekê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin. Endamê yekitiyê Lelya Bekir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa li dijî sivîlên li Zirganê armanc dike ku vîna gelê bişikîne û herêmê wêran bike.

Di demên dawî de dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên li dijî Zirgan û Til Temirê zêde kirin, sivîlan di malên wan de hedef digire. Divê em li hember van êriş û sûcên li dijî gelê me pêk tên bisekinin.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan piştrast dikin ku em ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên me li ber xwe bidin û dê asta têkoşîna xwe li kêlek hêzên xwe yên leşkerî heta dagirkeriyê têk dibin û gelê me bi ewle û aştî dijî, bilind bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pwBTxPI9p_M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>