Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinan: Divê Talîban demildest were bêçekkirin

Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinan, Dagirkeriyê ya ji bo Ewlekarî û Aştiyê bang li saziyên navneteweyî kir ku tevgera Talîban demildest were bêçekkirin.

Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinan: Divê Talîban demildest were bêçekkirin
25 tebax, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinan, Dagirkeriyê ya ji bo Ewlekarî û Aştiyê bi navê "Banga li saziyên navneteweyî" daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Talîbanê di serî de paytext Kabul, gelek herêmên Efganistanê bi dest xistin û rêveberiya şerî ragihand. Talîbanê diyar kir ku tenê di çarçoveya sîstema şerî de wê hurmetê nîşanî mafên jinan bide û li gorî agahiyan, hin biryarên ku mafên jinan ên bingehîn binpê dike, ji niha ve ketine meriyetê."

‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN BÛ MODEL’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser zîhniyeta faşîst a serwer a mêran a hilweşîne yên El Nusra, DAIŞ, Artêşa Azad û Talîbanê ku li dijî mafê jiyanê yê jinan dikin, bi sedan mînakên giran dikarin bêne dayîn û hate gotin: "Şoreşa Rojava ya ku ji aliyê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Çerkez, Tirkmen, Çeçen û Keldanî ve bi hêza xwe û jiyana hevpar ava kirin ku şoreşa jinan e, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bû modelek.

Lê belê DAIŞ û hêzên herêmê yên li pişt wan, ji bo fetisandina Şoreşa Rojava ya ku tarîtiya Rojhilata Navîn çirand, bi gelan, jinan, olan û komên mezhebî re jiyana hevpar û wekhev hûnand, êrişî Kobanê kirin, li Şengalê jin revandin û bazarên koleyan ava kirin. Bi hezaran jinên êzidî, Kurd û Ereb qetil kirin, koçber kirin, revandin, destdirêjî li wan kirin, derketina jinan a derve qedexe kirin, sinetkirin ferz kirin.

‘REJÎMA TALÎBANÊ JI BO JINAN MIRIN E’

Di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn jin bi qirkirineke mezin re timî rû bi rû man, îro li Efganistanê nûnerên Talîbanê muxatab têne girtin û hevdîtin bi wan re tê kirin. Em vê yekê bi rengekî matmayî dişopînin. Li Efganistanê muxatabgirtina rêveberiya Talîbanê metirsiya rewakirina binpêkirina mafan bi xwe re tîne. Rejîma Talîbanê ji bo jinan tê wateya navê newekhevî, binpêkirina mafan û mirinê."

Di dawiya daxuyaniyê de Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinan, Dagirkeriyê ya ji bo Ewlekarî û Aştiyê ev bang li saziyên navneteweyî kir:

- Ji bo bi rengekî lezgîn Talîban were bêçekkirin, bikevin nava liv û tevgerê.

- Pêkanîn li ser wan hêz û dewletan bê ferzkirin ku alîkarî dane biçekkirina Talîbanê.

- Di serî de jin û zarokên li Efganistanê, ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû kesên li dijî Talîbanê, bi her awayî tedbîr bêne girtin.

- Di dema girtina van tedbîran de em bang dikin ku li ber naskirina hikumeta Talîbanê rabin û piştgiriyê bidin berxwedan û têkoşîna jinên Efgan a li dijî faşîzma mêran a paşverû.