Heke projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were dê çi bibe?

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya li ser şerên li Rojhilata Navîn de dibêje "Rastiyek heye, destnîşan dike ku li herêma Rojhilata Navîn şerekî cîhanê yê sêyemîn heye. Lê ev şer bi taybetmendiyên xwe yên leşkerî û siyaseta klasîk, cuda ye."

Heke projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were dê çi bibe?
25 tebax, 2021   06:37
GÎVARA ŞÊXNÛR

Her çi qas mirov li Rojhilata Navîn dinêre (Sûriye, Iraq, Tirkiye, Îran, Hindistan, Pakistan, Efganistan, Lîbya, Yemen, Tunis, Filistîn û hwd) mixabin mirov pirsgirêkên nayên hejmartin ku bê çareserî mane, dibîne.

Li vê deverê behsa pirsgirêkan tê kirin, ev yek jî têrê nake. Ji ber ku hemû sîstem (em jê re dibêjin derbaskirina sîsteman ji ber armanca wê ne rêxistin e lê belê derxistina tevlihevî ye da ku serweriya xwe ferz bike)li pey civaka xwezayî (sîstema komunal) derket, tu ked ji bo çareserkirina van pirsgirêkan neda û bû çavkaniya pirsgirêkan.

Dewletên serdest (bi hemû cureyên xwe) nikarin ji bo qeyranan çareseriyan pêşkêş bikin. Heger çareseriyan bixwazin jî, armanc jê ew ku negihêje asta teqandinekê ku wan têk bibe û tenê derfeteke biçûk didin da ku pirsgirêkên ku hemû komî ser hev bûne, hinek jê werin çareserkirin. Her wiha derfet nade ku civak bi rola xwe rabe.

Di encama destpêkirina Bihara Ereban de, li cîhana Ereban heta asteke mezin mîna encamên fîlozof Antonio Gramsci beriya 100 salî ne. Lê li gorî Gramsci alozî di tiştên kevn de nû dibin, nû jî hê ji dayik nebûye. Di çarçoveya valatiya ku tevliheviyê derdixe, tevliheviya ku Gramsci behsa wê kiriye, ji me re DAIŞ anî û her wiha radîkalîzm li Ewropa û DYA`yê wek refleksa li dijî Ewropayê zêde kir.

DÎKTATORIYA PROLETERYAYÊ

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Di sosyalîzmê Israr di Mirov Bûyînê de Israr e" de dibêje "Emperyalîzm ji rê û rêbazên ku dijberiya mirovahiyê dikin û bi xwezaya mirov re bi nakok in, derket holê. Em bi temamî wê şermezar dikin û bi tundî red dikin. Der barê waneya ku em ê girêdayî wê bidin, ew waneya mirovahiya kevnar e."

Fikrên marksîst pîvana dîktatoriya proleteryayê digire nava xwe da ku pirsgirêkên rastî civakan tên, nexasim civakên desthilatdar, çareser bike. Ev pîvan girêdayî wergirtina karkeran ji serweriyê re li welatên desthilatdar e. Heger ev yek pêk hat, em gihaştin armancên xwe û ew jî sosyalîzm e. Lê kîjan sosyalîzm pêk hat. Sosyalîzma ku rêber Abdullah Ocalan navê "sosyalîzma Pêkhatî" lê kiriye û tenê bi xwe re proleterya avakirî, anî.

ZÎHNIYETA ÇARESERIYÊ

Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Ji niha û pê ve kes nikare hebûna tevliheviya li Rojhilata Navîn wek mijareke ku nakokî di vê demê de li ser zêde dibin, înkar bike. Lê tişta xemgîn ewe ne kesên ku îdia dikin ku xwediyên rast ên herêmê ne, ne jî yên nû, rewşê bi analîzên kêrhatî şîrove dikin. Ji ber wê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên zehmet di civakên me de, divê em berê xwe bidin koka pirsgirêkê, dîroka derketina dewlet û têgehên wekî mêr-jin, serdest-kole, dewlemend-xizan ku dewletê xwe spart pîvana her du tiştên dijber, yek ji wan ê din tune dike."

Pêşiyên me, demên dirêj di nava klanan de jiyan. Cewher û zîhniyeta mirovan wê demê di nava civaka xwezayî de, nûnertiya mirovên girêdayî civaka xwezayî û bingeha avakirina xwe bi endamên din ên klanan ku di nav de dijiya, dikir. Her kes hevgirtî ye, nayê parçekirin. Endamekî di klanê de nikare bi jiyaneke din ku wî ji kesekî din cuda dike, bifikire. Xwe spart du pîvanan, ew jî; "Her du tiştên dijberî hev, yek ji wan ê din temam dike."

Divê em bizanin ku çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn, heke ne bi rêya çareseriyên bingehîn û demdirêj be, nabin çareserî. Ew jî bi rêya xurtkirin û pêkanîna mafên mirovan, demokrasî, geşkirina aborî di hundirê civakên îranî, erebî, pakistanî, efganistanî û tirkî de.  Her wiha pêkanîna neteweya demokratîk ku banga yekitiya wan neteweyan û parastina taybetmendiyên çandî yên her neteweyekê, her wiha avakirina jiyana hevbeş ji hemû gel, çand û baweriyan re dike.

Tevî xêzkirina mêtingeran ji nexşerêyên herêmê re bi rêya Peymana Sykes-Picot û destekdayîna wê di avakirina netewedewletên şerker, lê gelên herêmê hevgirtî ne. Armanc ji hiştina çavkaniya nakokiyan ku dibe di kîjan kêliyê de biteqe û ew jî bi rêya derxistina tevliheviyên avaker ên Amerîkayê ku ew jî berdewama Peymana Sykes-Picot e û armanca wê ku her kes şerê hev bike.

Tiştên ku gelên Rojhilata Navîn komî ser hev dike, ji yên ku DYA, Almanya, Fransa û an jî Yekitiya Ewropayê komî ser hev dike, zêdetir e. Lewra divê hewldanek ji bo yekitiya netewa demokratîk hebe û sazûmaniyeke siyasî û aborî ya temamkirî were avakirin.

Desthilatdariya navendî her tim hegemonyaya xwe li ser hesabê serdestiyên demokratîk ên herêmî pêk tîne. Lê xwestekên neteweya demokratîk hê jî beşek ji çanda me ne.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Her tişt li ser koka xwe şîn dibe. Dibe em Kurd jî ku heta roja îro em rastî komployan tên, qedera me be ku em ên ku dest bi însiyatîfê bikin da ku mirovahiyê ji hemû şerên ku ji sandoqa Pandorayê derket, rizgar bikin. Ev jî dê bi rêya belavkirina fikrê neteweya demokratîk be. Ev yek jî dê bibe wekî bandora perperîkekê û veguhezê bahozê û kapîtalîzmê têk bibe."

(bx)

ANHA