​​​​​​​Şêniyên Til Temirê gotegotin der barê koçberiya li bajar de derewandin

Şêniyên navçeya Til Temirê got, tevî topbarana rojane şênî koçber nebûn û îdiayên derbarê koçberiya şêniyan de ku dewleta Tirk û çeteyên wê belav dikin derewandin.

​​​​​​​Şêniyên Til Temirê gotegotin der barê koçberiya li bajar de derewandin
24 tebax, 2021   23:38
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Bi berdewama topbarana dewleta Tirk li ser navçeya Til Temirê re çapemeniya ser bi dewleta Tirk ve dest belavkirina gotegotên ku şêniyên herêmê koçber dibin, kir.

Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kirin ku ev îdia û gotegot ne rast in û gotin, armanca belavkirina mîna van gotegotan tirsandina şêniyên herêmê ye.

Ridewan Xelef ê ji pêkhateyê Kurd got: "Gelek gotegot der barê Til Temirê de derketin. Em baş zanin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li pey van gotegotan in. Armanca wan ew e ku xwestekên xwe pêk bînin û herêmê vala bikin da ku armancên xwe yên siyasî pêk bînin."

Ridewan Xelef diyar kir ku tu koçberî li herêmê çênebûye, hemû şênî li ser karê xwe ne û ji bajar derneketine û îşaret pê kir ku gotegotinên der barê koçberiya li bajêr de derew in.

Xelef her wiha got: "Em niştecihên herêmê destekê didin hêzên leşkerî yên li eniyên şer ji ber ew parstina gelê herêmê dikin."

/kr/uploads/files/2021/08/24/191617_-.webp

Ridwan Xelef di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku rastiya dijîn bibînin û li pey gotegotinên bi armanca koçberkirina şêniyane, neçin.

/kr/uploads/files/2021/08/24/191633_.webp

Her wiha Mehmûd El-Xidir ê ji pêkhateyên Ereb destnîşan kir ku di demên dawî de gotegot der barê koçberkirina şêniyên herêmê de derketin, ev yek ji rastiyê dûr e.

Mehmûd El-Xidir wiha pêde çû: "Dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi şerê taybet kirine da ku herêmê vala bikin. Ji ber wê divê şêniyên herêmê destekê bidin hêzên leşkerî."

/kr/uploads/files/2021/08/24/191601_.webp

Îbrahîm El-Wecrî jî destnîşan kir ku tu koçberî li navçeya Til Temirê çênebûye û wiha domand: "Herêmê ewle ye. Firin û hemû saziyên di hundirê herêmê de dixebitin. Lê hin alî hene dixwazin şêniyan bitirsînin û gotegotan li ser li ser medyaya civakî belav dikin da ku herêmê vala bikin."

El-Wecrî peyamek da şêniyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji malên xwe dernekevin. Herêm ewle ye. Em zanin ku rojane gundewarên Til Temirê têne topbarankirin lê bajar ewle ye. Ji ber wê jî divê em li peygote gotan neçin."

(bx)

ANHA

/kr/uploads/files/2021/08/24/191653_136f932b-a966-4d5f-8972-dd0d6cf676f9.webp