Li bejahiyên Ezazê sewqiyetên leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyên wê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê êvarê de li derdora gundê Sico yê Ezazê sewqiyetên xwe yên leşkerî zêde kirin.

Li bejahiyên Ezazê sewqiyetên leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyên wê
24 tebax, 2021   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji hêrêmê, artêşa Tirk û çeteyên wê vê êvarê sewqiyetên xwe yên leşkerî li pêş gundê Sico yê Ezazê bi cih kirine, ligel wê jî gundên Merenaz, Elqemiyê û Meyasê topbaran dikin.

Heta niha sedemên sewqiyetên leşkerî û tevgerên dagirkeriyê nehatin eşkerekirin.

ANHA