Artêşa dagirker gundên Şerayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike. Li asîmanê herêmê tevgera balafirên keşfê jî heye.

Artêşa dagirker gundên Şerayê topbaran dike
25 tebax, 2021   05:05
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê di van kêliyan de her du gundên Merenaz û Elqemiyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, bi çekên giran topbaran dikin.

Hemwextî topbaranê, li asîmanê herêmê tevgera balafirên keşfê ya artêşa dagirker heye.

ANHA