Îstixbarata dewleta Tirk li Mabatayê 2 sivîl revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Birîmce yê kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Îstixbarata dewleta Tirk li Mabatayê 2 sivîl revandin
24 tebax, 2021   06:23
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, duh îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne; Elî Elî û Mihemed Mistefa Hemo.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk her du sivîl ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

(şx)

ANHA