Li balafirgeha Kabulê şer derket; kuştî û birîndar hene

Artêşa Almanyayê ragihand ku kesên nenas li balafirgeha Kabulê êrişî hêzên ewlekariyê yên Efganistanê kirin. Di encamê de, endamekî hêzên ewlekariyê hate kuştin û sê jî birîndar bûn.

Li balafirgeha Kabulê şer derket; kuştî û birîndar hene
23 tebax, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî artêşa Almanyayê ku agahî li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir, şer li deriyê bakur ê balafirgehê rû daye.

Artêşa Almanyayê anî ziman ku hêzên wan û yên Amerîkayê jî beşdarî şer bûye.

Serokê Amerîkayê Biden ragihand ku ihtimal heye ku hêzên wan li Efganistanê bimînin.