ꞌKesên bêhna azadiyê kiribin ji ber kêmkirina avê koçber nabinꞌ

Dema ji mala xwe derdikeve ne astengbûna wî ne jî kêmbûna ava Firatê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ji xwe re nake derd. Yekane derdê wî ew e ku bi şebekeya xwe ya masîgiriyê pariyê nan ji zarokên xwe re dabîn bike.

ꞌKesên bêhna azadiyê kiribin ji ber kêmkirina avê koçber nabinꞌ
22 tebax, 2021   12:23
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Her sibeh ji mala xwe ya biçûk a li gundê Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê derdikeve û çavên wî li ser ava Firatê ne, hêvî dike ku hejmareke baş ji masiyan, xwe li şebekeya wî girtibin da ku xwarina her du zarokên xwe jê dabîn bike. Astengbûna wî ya ku ji zaroktiyê ve zehmetiya wê dikişîne, ji bo karê nake kelem. Lê belê karê wî yê nêçîra masiyan û hezkirina wî ji vî karî re,  bûye sedem ku jiyanê bi wate bibîne.

Şebekeya wî ya masîgiriyê li gorî şebekeyên taybet ên masîgiriyê pir biçûk e, xeyala wî ew e ku pariyê nanê zarokên xwe dabîn bike û jiyaneke birûmet bijî.

Ferhad Remo yê 44 salî ku bavê du zarokan e yek ji wan 3 salî ye û yê din jî 5 salî ye, her roj diçe nêçîrê da ku debara malbata xwe dabîn bike.

/ar/uploads/files/2021/08/22/072225_mn-tawd-ala-astnshaq-nsaem-alhryh-ln-yrhbh-khfdh-mnswb-almyah-287297e1.webp

Ferhad Remo li motorsîklêta xwe yê sê tekeran siwar dibe û saet 5`ê sibê berê xwe dide ava Firatê da ku masiyan bigire. Du ciwanên ji gundê wî pê re dibin alîkar, wî ji motorsîklêta wî dadixin û dixin keştiya masîgiriyê, ji ber ku ji zaroktiyê ve ji her du lingên xwe ve asteng e. Piştî rêwîtiya xwe ya masîgiriyê bi dawî dike, her du ciwan wî vedigerînin motorsîklêtê da ku vegere mala xwe.

Remo jî wekî masîgirên din rojane di navbera 5 kîloyan heta 13 kîlo masî digire, lê hin caran bê dest vala vedigere, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê şerê avê dide meşandin û rêjeya avê kêm kiriye.

Beriya ku zirar bigihêje mewsima masiyan rewşa debarê ya Ferhad Remo baş bû, lê niha rewşa cuda ye; ji ber ku kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve bandoreke neyînî li herêmê bi tevahî û li karê Rênas Remo kiriye. Firat êdî bê av û bê masî maye, tenê navê wê wekî berê ye.

Ferhad Remo da zanîn ku  kesên bêhna azadiyê kişandibe, kêmbûna rêjeya ava Firatê wan natirsîne û wiha domand:"Ez ji rayedarên Tirk re dibêjin ku rizq li xwedê ye ne li  wan e, yê ku masî li çem xuliqand û rizq jê re şand, dê ji min û ji zarokên min re jî rizq bişîne. Em dizanin ku armanca wan koçberkirina me ya ji erdên me ye, lê ez şîretan li we dikim ku hûn dûrî vê fikirê bikevin, ji be ku em ê li vir bimînin û hûn ê herin."

Di pêvajoya salên dawî de piştî dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê ya para erdê Sûriyê kêm kir û zirar li mewsima masiyan hate kirin, masîgir zehmetiya kêmbûna masiyan dikişînin, ji ber ku nikarin bi awayekî sîstematîk xwe zêde bikin, nexasim îsal ku ji beriya 7  mehan ve rêjeya avê pir kêm bûye û bandor li jiyana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nIM1ZA4_aLY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>