Li dijî êrişên dewleta Tirk, Kongreya Star bang li gel kir: Dakevin qadan

Koordînasyona Kongreya Star, şehîdên li Til Temirê bi bîr anîn û bang li gelê herêmê kir ku dakeve qadan û li hemberî dagirkeran bisekine.

Li dijî êrişên dewleta Tirk, Kongreya Star bang li gel kir: Dakevin qadan
22 tebax, 2021   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 19`ê Tebaxê de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker erebeya fermandarekî YPG`ê Rênas Roj hedef girt û encamê de Rênas Roj gihaşt asta şehadetê. Di heman rojê de artêşa dagirker bi êrişeke hewayî navenda têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hedef girt, di êrişê de endama Meclisa Leşkerî ya YPJ`ê û Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Sosin Bîrhat û şervanên meclisê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn û 3 şervanên din birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe berfireh kirin û êrişî Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, gundewarê Minbicê, kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî kir.

Koordînasyona Kongreya Star dauxyaniyek da raya giştî û ev êriş şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Em bi hemû derfetên xwe hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewlehiyê pêk bînin da ku em yekrêziya Kurdan çêbikin, naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de nîqaş bikin û tecrubeya demokratîk a Rêveberiya Xewser ji hemû pêkhate û olan re bikin nimûne. Di heman demê dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên xwe yên şer û teknîka xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dike.

Di demên dawîn de, dewleta Tirk êrişî navçeya Zirganê kir û di encamê de di nav de jin û zarok gelek kes bûn qurbanî û gelek birîndar bûn, her wiha zirar gihaşt milkên sivîlan.

Her wiha balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk navenda têkiliyên QSD`ê li navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de 4 fermandar û têkoşerên me şehîd bûn, ji wan fermandareke YPJ`ê Sosin Bîrhat.

Fermandar şehîd Sosin Bîrhat a ji bajarê Efrînê, jiyana xwe xist xizmeta welatê xwe. Ew beşdarî şerê parastina Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û hemû herêmên rastî dagirkirin û terora dewleta Tirk û DAIŞ`ê hatine, bû.

Em bang li hemû gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku dakevin qadan û bi hemû rêbazan li hemberî dagirkeran bisekinin. Em bang li welatên garantor ên li herêmê jî dikin û bi taybetî Rûsya û Amerîka ku li hemberî êrişên neexlaqî yên li dijî gelê me, xwedî helwest bin.

Her wiha em bang li hikumeta Şamê dikin ku li hemberî êrişên li dijî xaka Sûriyê tên kirin, helwestê nîşan bide.

Em sersaxiyê ji xwe û gelê xwe û malbatên şehîdan re dixwazin û silametiyê ji birîndaran re dixwazin.”

(cx)

ANHA