​​​​​​​Dagirker li Girê Spî dibistanan dikin baregehên leşkerî

Artêşa Tirk û çeteyên wê li kantona Girê Spî ya dagirkirî dibistanên nêzî eniyên şer veguherandin baregehên leşkerî, bi vê yekê bi deh hezaran xwendekaran ji perwerdeyê bê par dihêlin.

​​​​​​​Dagirker li Girê Spî dibistanan dikin baregehên leşkerî
22 tebax, 2021   00:46
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî û Serêkaniyê sûcên qetilkirin, revandin, koçberkirin û talankirina milkan didomînin. Her wiha deverên giştî vediguherînin baregehên leşkerî û şûnwarên herêmê talan dikin.

Di demên dawî de dagirkeran li ser xetên şer ên gundewarê rojavayê kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê hejmara baregehên xwe yên leşkerî zêde kir ku ji 5`an kir 12 baregeh. Dagirker ji van baregehan gundewarê kantona Girê Spî (Koberlik, Ebdo Koy, Sewan, Qizelî, Zenûbiya û Xirbet Beqir) û gundewarê din ên nêzî rêya M4`ê topbaran dikin.

Ev baregeh li herêma di navbera gundê Huriye yê rojavayê kantona Girê Spî û heta gundê Şirgirak ê başûrê kantonê de ne.

Ji ber van baregehan gelek mal û milkên welatiyan hatin talankirin û şêniyên van gundan bi teman hatin koçberkirin. Dagirker bi van sûcan dixwazin li van gundan veguherîne baregehan ava bikin, mînaka baregeha li gundê Nasiriyê yê nêzî gundê Şirgirakê yê bakurê navçeya Eyn Îsayê ku dagirkeran bi îdiaya avakirina baregeheke leşkerî li gund niştecihên wê bi darê zorê koçber kirin.

Artêşa Tirk bi desteserkirina mal û milkên welatiyan, sînordar nema û avahiyên giştî yên wekî dibistanan veguherand baregehên leşkerî û bi vê yekê xwendekarên wan herêman ji mafê xwendinê bê par kir. Di demên dawî artêşa Tirk hejmarek dibistanên li gundewarê rojavayê başûrê kantona Girê Spî (Dibistana Xirbet Faris, Merdûde, Kefîfe û Şerkerak) veguherand baregehan.

/kr/uploads/files/2021/08/21/195400_-.webp

Têkildarî mijarê berdevkê Komîteya Perwerdê ya Kantonê Salih Misê axivî û got: "Di pêvajoya du salên derbasbûyî de, ji ber ku gundên li ser xeta şer a bi dijminê Tirk re bi awayekî domdar dihatin topbarankirin, perwerde li zêdetirî 20 dibistanan wekî Seyda, Mieleq, Koberlik, Erîde û Sewan hate rawestandin. Gelek dibistên din ji ber topbarana bi çekên giran bi temamî hatin hilweşandin."

Misê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên veguherandina dibistanan baregehên leşkerî û hiştina xwendekaran bê perwerde şeremzar kir.

/kr/uploads/files/2021/08/21/195416_girespi-dibistan-5.webp

Misê bang li civata navneteweyî û  rêxistinên parastina mafên zarokan kir ku destwerdanê bikin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî dibistanan rawestînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vy0HWQjKT-o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>