Rewşenbîr: Dewleta Tirk sivîlên li herêma li ser sînor dike hedef

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bertek zêde dibin. Rewşenbîr û nivîskarên herêma Cizîrê diyar kir ku armanca êrişan derxistina sivîlan ji malên wan li herêma li ser sînor e û tekez kir ku divê gelê herêmê li dijî êrişan bibe yek.

Rewşenbîr: Dewleta Tirk sivîlên li herêma li ser sînor dike hedef
22 tebax, 2021   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê diyar kir ku armanca êrişan koçberkirina welatiyên sivîl ên li ser xeta sînor e.

 

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Telal Şêx destnîşan kir ku êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker di nava planekê de pêk tên û wiha axivî: "Êriş rûyê qirêjî yê Erdogan nîşan didin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên namerdî yên li ser Til Rifet, Şehba, Til Temir û Şengalê, dixwaze van herêman bê mirov bike. Wekî din, dewleta Tirk bi êrişa li hemberî van herêman hewl dide tola têkçûna xwe ya li hemberî gerîla hilîne. Dewleta Tirk baş dizane ku hêza mezin a ku sînorên Sûriyê diparêze QSD, YPG û YPJ ne.  Ji ber vê yekê êrişî van herêman dike."

‘TOLA TÊKÇÛNA XWE JI SIVÎLAN HILDIDIN’

Telal Şêx diyar kir ku di êrişên li hemberî Til Temir, Zirgan û Şehbayê de bi taybetî sivîl  kirine hedef û got: "Dewleta Tirk tola binkeftina xwe ji welatiyên sivîl hildide. Ev êriş nîşan didin ku dewleta Tirk bêyî ku cudahiyê bixe nava gel, komkujiyên namerdî pêk tîne. Divê gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker sînorên xwe biparêze û li her derê biherike ser xetên sînor. Divê raya giştî nîşan bide ku li her derê bi QSD, YPG û YPJ'ê re ne."

Nivîskar Ebûd Mexsû destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku aramiya gelê li ser xeta sînor têk bibe, ev êriş pêk anîne û got: "Ji Zirganê heta Tiltemir, Eyn Îsa û Şebayê her roj ev êriş tên kirin. Projeya herî mezin a dewleta Tirk ew e ku aramiya li herêmê ji holê rake û îmajeke bêîstiqrar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Hemleyên siyasî û aborî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û hin dan û standinan pêk tîne, dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan têk bibe."

‘SIVÎLAN DIKIN HEDEF’

Mexsû tekez kir ku divê Rêveberiya Xweser  li hemberî van êrişan demildest tedbîran bigire û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk êrişî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, tevahiya Sûriyê dorpêç dike. Êrişên dawîn ên dewleta Tirk, bi taybetî welatiyên sivîl kirin hedef. Bêdengiya cîhanê li hemberî van hemûyan li ber çavan e. Li hemberî hemû êrişên dagirkeriyê bêdengî heye."

Ebûd Mexsû da xuyakirin ku tevî hebûna hêzên hikumeta Şamê û yên Rûsyayê jî dewleta Tirk gelek caran êrişî van herêman kiriye û got: "Ev welatên ku tê gotin wek garantor tev digerin û tevî peymanên heyî jî ev êriş zêde dibin. Ev vê yekê derdixe holê; ew hêz li vir li gorî berjewendiyên xwe disekinin. Ew mirovan naparêzin. Wek gel tu bendewariyeke me ji wan nîn e."

Nivîskar Ebûd Mexsû diyar kir ku dewleta Tirk her roj krîza li Sûriyê kûrtir dike û got: "Dewleta Tirk bi hedefgirtina Rêveberiya Xweser ku projeyên domdar li dijî aloziya Sûriyê pêk tîne, dixwaze aloziyan belav bike. Li hemberî vê yekê gelê me bi desteka ji xebatên Rêveberiya Xweser re dê êrişan beralî bike."

‘DIXWAZIN GEL KOÇBER BIKIN’

Endama Yekitiya Rewşenbîran Narîn Metînî jî got: "Ev êrişên dewleta Tirk ne nû ne. Ji mêj ve ye ku li ser xeta sînor sivîlan dike hedef. Lê belê ev êriş di dema dawîn de veguherîn komkujiyan. Ez difikirim ku dewleta Tirk, bi taybet gelê Kurd û gelên li herêmê dike hedef. Bi van êrişan re tê xwestin ku gel bi zorê ji malên xwe derkeve. Divê hemû partî û saziyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, li hemberî êrişan yekitiya xwe ya neteweyî re ava bikin."

Narîn Metînî êrişa li Qamişloyê ya li dijî wesayîtekê û yên li Zirgan a Til Temir ku jinek û zarokekî tê de jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn, bi bîr xist û got: "Welatiyên sivîl bi taybet dikin hedef. Di êrişan de jin û zarok tên qetilkirin û birîndarkirin. Erdogan ji ber van êrişên li dijî sivîlan divê ji aliyê dadgehên navneteweyî ve were darizandin. Di dema dawîn de bi taybetî bi hedefgirtina sivîlan re dixwazin tirsê di nava gel de çêkin."

Narîn Metînî got divê gel li hemberî êrişan dakeve qadan û wiha lê zêde kir: "Heke gel nerazîbûnê nîşanî êrişan nede, wê bêdengiya hêzên navneteweyî û êrişên mêtingeran ên li herêmê dewam bikin. Beriya her tiştî divê em dengê xwe bilind bikin û li dijî van êrişên dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T0HcCRFYISA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>