ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2021
21 tebax, 2021   23:00

-9 şehîdên êrişa hawayê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeyaTil Temirê bi beşdarbûna şêniyên navçeyê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê tên oxirkirin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê başûrê Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyekê li Reqayê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk û çeteyên wê li kantona Girê Spî ya dagirkirî dibistanên nêzî eniyên şer veguherandin baregehên leşkerî, bi vê yekê bi deh hezaran xwendekaran ji perwerdeyê bê par dihêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hena Somê diyar kir ku li dijî  dagirkeriya Tirk divê seferberiya giştî were ragihandin û got: "Stratejiya niha ya Tirkiye ew e ku  Sûriyê bi temamî û herêmên me yên ku bi xêr û bêra xwe dewlemend in dagir bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bertek zêde dibin. Rewşenbîr û nivîskarên herêma Cizîrê diyar kir ku armanca êrişan derxistina sivîlan ji malên wan li herêma li ser sînor e û tekez kir ku divê gelê herêmê li dijî êrişan bibe yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervana YPJ'ê Berîvan Kurdistan bal kişand ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re û got:"PDK`ê di dîrokê de gelek caran xiyanet kiriye û îro jî careke din dubare dike û bi rûyekî reş dikeve dîrokê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Muxalefeta çekdar a li Efganistanê ya li Geliyê Panjşîrê soza berxwedanê li dijî Talîbanê da, li Iraqê li ser vexwendina Sûriyê ya ji bo civîna Bexdayê nîşaneyên nakokiyan heye. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk û ENKS`ê ku roj bi roj rûyê wan ê rast eşkere dibe û sûcên ku çeteyên girêdayî wan li Efrînê û herêmên din eşkere dibe, bi rêya xapandin û propagandaya vegera şêniyên Efrînê hewl dide sûcên xwe veşêrin. Saziyên mafên mirovan banga hişyariyê li gel Efrînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Muslim anî ziman ku êrişên li ser Şengal, Zirgan û Til Temir encama stratejiya hevpar a dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Pisporê karûbarên Efganistanê Cemal Îsmaîl da zanîn ku texmîn Amerîka yên têkildarî Efganistanê şaş bûn, wê jî hiştin ku bi bin bikeve. Îsmaîl got dê ev yek zirar bi rewşa hundirîn a Amerîka bike û dê dewleta Tirk bibe dewleta yekemîn ku têkiliyê bi hikumeta Talîbanê re deyne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dema ji mala xwe derdikeve ne astengbûna wî ne jî kêmbûna rêya ava Firatê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk  hatiye,  jê re dibe  derd,  lê yekane derdê wî ew e ku bi tora xwe ya masîgiriyê pariyê nan ji zarokên xwe re dabîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA