Li Kobanê balafireke dewleta Tirk li erebeyeke sivîlan xist

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk li gundekî başûrê rojhilatê Kobanê li erebyeke sivîlan xist.

Li Kobanê balafireke dewleta Tirk li erebeyeke sivîlan xist
21 tebax, 2021   20:39
KOBANÊ

balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Qere Mezrayê yê dikeve başûrê rojhilatê Kobanê li erebeyeke sivîlan xist.

Tê gotin ku tiştek bi kesekî nehat û ziyanê tenê madî bûn.

Hêjayî gotinê ye ku balafirên Tirk di 30'yê Tîrmehê de li gundê Qumçî ya dikeve ser rêya Kobanê-Helebê bombe li erebeyeke sivîlan barand, beriya wê jî mala Rêber Abdullah Oaclan li gundê Elpelûr hatibû hedefkirin, beriya vê jî wê jî maleke sivîlan li gundê Memît kiribûn hedef. Her wiha di 23`yê Hezîrana 2020’ê de li gundê Helincê komkujî pêk anîbûn û di encamê de 3 jin hatibûn şehîdkirin.

ANHA