Îsraîlê 41 filistînî birîndar kirin

Di xwepêşandanên ku îro li ser sînorê Xezayê li dar ketine de, 41 filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn û rewşa du kesan giran  e.

Îsraîlê 41 filistînî birîndar kirin
21 tebax, 2021   19:55
XEZA

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li rojhilatê bajarê Xezayê 41 filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn, di nav wan de deh zarok  hene. Rewşa du kesan ji wan giran e, yek ji wan zarokekî 13 salî ye ku ji serê xwe birîndar bûye.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê gule û bombeyên gazê li sedan ciwanên ku tev li xwepêşandana li ser sînorê Xezayê bûbûn, reşand.

Li ser bangên komên Filistînê bi boneya salvegera 52’yan a şewitandina Mescid El-Eqsa û ambargoya ku Îsraîlê li ser Xezayê ferz kiriye xwepêşandan li dar ket.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemas Sûheyl Hindî di daxuyaniyên xwe de got: "Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe li ber xwe bidin da ku ambargoya li ser gelê Filistînê yê li Xezayê rakin û ji salvegera şewitandina Mescid El-Eqsa em ê hêzê bigirin û serkeftinê pêk bînin û di demeke nêz de welat rizgar bikin. Di heman demê de ger şer li ser me bê ferzkirin em dikarin serkeftinê qezenc bikin  û dijminê siyonîst têk bibin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz soza dabû ku ew ê bersiva xwepêşandanên li ser sînor bide.

(eh)