​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê ne çareserî û ne jî agirbest

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Derayê, Efganistanê û Tunisê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê ne çareserî û ne jî agirbest
21 tebax, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ NE ÇARESERÎ Û NE JÎ AGIRBEST’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Derayê wiha nivisî: “Hikumeta Şamê pêşniyareke opozîsyona siyasî ya li parêzgeha Derayê red kir ku li beramberî radestkirina çekan divê çekdarên li parêzgehê tev li Lîwayê 8`an bibin ku girêdayî Feyleqa 5`an e. Bi vê yekê re girêka dan û standinên Rûsyayê yên ji bo radestkirina çekan didome.

Li gorî çavkaniyan, Moskov navbeynkariya wê dike, nûnerê hikumeta Şamê pêşniyara komîteya dan û standinan a sînordarkirina bikaranîna çekan red kir ku di civîna dawîn a li Derayê de hatibû pêşniyarkirin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku opozîsyon bi rêya vê pêşniyarê dixwaze komîteyên girêdayî Feyleqa 5`an an jî hêzên hikumetê werin avakirin da ku çek bi çekdarên li bajêr re bimînin. Lê nûnerê hikumeta Şamê yê komîteya navendî ya dan û standinan, ev pêşniyar wek hewldanekê ji bo paşguhkirina benda radestkirina çekan a nexşerêya çareseriyê ya Rûsyayê bi nav kir. 

Parêzgeha Derayê ji herêmên Sûriyê yên din cuda ye ku peymanên lihevhatinê lê pêk hatin. Hêzên leşkerî yên li wir û heta taybetmendiya çekdarên wê cuda ye.

Ruxmî hewldanên Rûsyayê lê ji 2 salan ve rewşa ewlehiyê li bajêr nehatiye kontrolkirin.

Çekdarên li wir hinek di bin sîwana Lîwaya 8`an a girêdayî Feyleqa 5`an de ne û hinek din jî di bin sîwana pergala leşkerî ya berê yên rejîma El-Esed de ne mîna Firqeya 4`an, ewlehiya leşkerî û îstixbarata hewayî.

Li Derayê nexşerêya Rûsyayê nehat qebûlkirin. Şêniyan û çalakvanan bang li komîteyên dan û standinan kir ku şertên nexşerêyê qebûl nekin û wek teslîmkarî bi nav kirin.

 

Li gorî çavdêrên rewşa Sûriyê, hikumeta Şamê dixwaze bi temamî başûrê Sûriyê kontrol bike, bi rêya hilgirtina çekan ji şêniyan û şandina muxalifên ji bakurê Sûriyê re û dixwaze ji muxalifên xwe yên li parêzgeha Derayê xilas bibe.”

‘MUXALEFETA ÇEKDAR A TALÎBANÊ DI GELIYÊ PANJŞÎRÊ DE KOM DIBE’

Têkildarî rewşa Efganistanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Ehmed Mesûd kurê Ehmed Şah Mesûdê ku di salên 1980`yî de ji fermandarên sereke yên berxwedana li dijî dagirkeriya Sovyetê ya li Efganistanê bû, ji baregeha xwe ya li geliyê Panjşîr ku muxalefeta çekdar a li dijî Talîbanê ya li ser Kabulê, tê de kom bûye û soza berxwedana li hemberî tevgera Talîbanê da.

Ehmed Mesûd ê 32 salî ku rêxistina El-Qaîdayê bavê wî sala 2001`an kuştibû, di gotarekê de ku ji aliyê rojnameya Washington Post ve hat weşandin, bang li Amerîkayê kir ku bi çek û cebilxane destekê bide milîsên ku li Efganistanê bi rê ve dibe da ku li hemberî Talîbanê li ber xwe bidin. Heta niha Talîbanê nekariya vê gelî kontrol bike, ji ber ku gelekî asê ye.

Duh wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku cîgirê serokê berê Emrullah Salih û kurê Ehmed Şah Mesûd vê berxwedanê bi rê ve dibin. Lavrov di civîna çapemeniyê ya li Moskovê de got: "Talîbanê hemû xaka Efganistanê nexistiye bin serweriya xwe. Agahî der barê rewşa geliyê Panjşîrê yê rojhilatê Kabulê tên ku hêzên berxwedanê yên girêdayî cîgirê serok Emrullah Salih û Ehmed Mesûd tên."

 Lavrov di axaftina xwe de careke din banga diyaloga nîştimanî kir ku derfetê dide avakirina hikumeteke nûneran.”

‘TUNIS BER BI DIRÊJKIRINA RAWESTANDINA XEBATÊN PARLAMENTOYÊ VE DIÇE’

Girêdayî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Li gorî tedbîrên awarte yên ku serokê welêt Qeys Seîd di 25`ê Tîrmehê de girtine, çarşemê bê wê mehek li ser cemidandina parlamentoya Tunisê re derbas bibe. Lê nîşaneyên heyî, îşaret bi dirêjkirina vê demê dikin.

Li gorî lêkolînerê qanûna destûrî û parlamenter Rabih El-Xarayfî, dê serokê Tunisê Qeys Seîd tedbîrên awarte ku di 25`ê Tîrmaha borî de girtine, heta piştî bidawîbûna dema wê bidomin.”

(şx-bx)