Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 73 roj e revandî ye

 Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen 73 roj e ji aliyê PDK`ê ve revandî ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr, tenduristiya Cîhad Hesen ne baş e.

Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 73 roj e revandî ye
21 tebax, 2021   07:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabû balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, 2 endamên PYD`ê piştî 50 rojan serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

Li gorî rêgezên dîplomasiyê yên navneteweyî nabe ku siyasetmedar an dîplomat bêyî tawaneke aşkera, werin revandin an jî destgîrkirin. Heke hatin destgîrkirin jî divê aliyên ku kes girêdayî wan in, werin agahdarkirin.

Heta niha rayedarên PDK`ê têkildarî mijarê tu agahî nedaye PYD`ê û Rêveberiya Xweser.

ANHA