'Dewleta Tirk planên DAIŞ'ê temam dike'

Koçberên Efrînê û şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin û got dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide plana DAIŞ'ê ya qirkirinê temam bike.

'Dewleta Tirk planên DAIŞ'ê temam dike'
21 tebax, 2021   08:02
ŞEHBA-ALAN REŞÎD-ARIF SILÊMAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 16'ê Tebaxê de Şengal bombebaran kir, di encamê de ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Di 17'ê Tebaxê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya gundê Sikeniyê yê  Şengalê kir hedef û 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji ajansa me re axivîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê şermezar kirin.

'TIŞTA KU DEWLETA TIRK BI DESTÊ DAIŞ'Ê PÊK ANIYE; BI DESTÊ PDK’Ê JÎ PÊK TÎNE'

Koçberê bi navê Xelîl Hemo nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker anî ziman. Hemo got: "Tişta ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya DAIŞ'ê nekarî pêk bîne, niha hewl dide bi rêya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk bîne. Wê xwest civaka êzidî tune bike û ji Şengalê koçber bike.Ji ber wê niha bi rêya PDK'ê û bi awayekî yekser bi rêya dronan hewl dide gelê êzidî qir bike û ola wan tune bike."

Hemo bang rêxistinên hiqûqî kir ku sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deynin û hesab jê bixwazin ji ber sûcên ku li dijî Şengalê, Efrînê, Zirganê û herêmên din pêk tîne.

'KOÇBERÊN EFRÎNÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA ŞENGALÊ DIKIN'

Koçbera bi navê Erîfe Bîlal bal kişand ser hemleyên qirkirinê yên li dijî êzidiyan û got: "Civaka êzidî rastî gelek fermanan hatine, herî dawî ji aliyê DAIŞ'ê bû ku xwîna êzidiyan ji xwe re helal kir."

Erîfe destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên armanc dike ku plana îhmakirina hebûna êzidiyan a ku bi DAIŞ'ê re danîbûn, temam bike. Erîfe diyar kir ku koçberên Efrînê yên li kampan û malên nîvkavilkirî yên Şehbayê li ber xwe didin, piştgiriya Şengalê dikin.

Koçberê bi navê Eburehman Xelîl bang li Konseya Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bike û ji ber sûcên ku li li dijî şêniyên Efrîn, Şengal û hemû herêmên dagirkirî pêk anîne, hesab jê bixwaze.

'KIRYARÊN PDK'Ê XIYANET E’

Silêman Xelîl jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Tirkiyê bi balafiran êrişan şêniyên Şengalê dike da ku tirsê di nav de belav bike û wan koçber bike û rêveberiya wan xweser têk bibe. Ev yek bi hevkariya PDK'ê pêk tê ku xiyanetê li Kurdan dike."

Xelîl diyar kir ku êrişên dagirekriya Tirk ne tenê xelkê Şengalê dike hedef, di heman demê de dîroka kurdan dike armanc û got: "Ji ber vê yekê divê gelê Kurd destekê bide Şengalê û vê dîrok û çandê biparêzin."

Xelîl têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya Rûsya û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk di êrişên li ser herêmê de şermezar kir û diyar kir ku divê Rûsya zextê li dewleta Tirk bike û êrişên wê yên li ser herêmê rawestîne.

'ŞENGALÊ DIKE HEDEF DA KU DAGIR BIKE'

Mihemed Elî jî destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî û Rûsya ya li hemberî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide xuyakirin ku lihevkirineke di navbera wê û Tirkiyê de heye û got ne ji vê bêdengiya bûya ev êriş çênedibûn.

'CIVATA NAVNETEWEYÎ ŞIRÎKÊ DEWLETA TIRK YE'

Tolîn Omer jî anî ziman ku komkujiyên ku çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an li Şengalê pêk anîn, artêşa Tirk a dagirker temam dike.

Tolîn Omer bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li ser gelên herêmê şermezar kir û got: "Bi bêdengiya xwe hevkarên dewleta Tirk ên van komkujiyan in."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0uIDDFr40Vo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/joV2MQ9suBY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>