Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê topbarana artêşa Tirk a li ser navçeya Zirganê şermezar kir û lı hember berdewamkirina êriş û topbarana li dijî malên sivîlan nerazîbûnên xwe nîşan dan. Welatiyan diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin
21 tebax, 2021   06:51
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê topbaran kir û rasterast malên sivîlan kirin armanc, di encamê de jinek û zarokekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.

Zirgan û Til Temirê rojana têne topbarankirin da ku herêm ji niştecihan vala bibe û li hemberî van êrişan hêza garantor Rûsya bê deng e.

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Mihemed Remezan got bûyerên li Zirganê yên li dijî sivîlan qewimîn ne tiştekî nû ye û wiha dewam kir: "Dagirkeriya Tirk her tim herêmê bêserûber topbaran dike û yekser sivîlên bêguneh dike armanc."

Remezan ev li axaftina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk herêmên ku niştecihên wê biryar daye ku ji malên xwe dernekevin, dike armanc da ku tirs û xofê bixe nav wan û wan koçber bike."

Remezan bal kişand ser komkujiya ku artêşa Tirk a li dijî sivîlên li Zirganê û bêdengiya hêza garantor Rûsyayê û got: "Hêza garantor Rûsya divê bi peymana bi dewleta Tirk re daniye pabend be û divê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.”

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Elî jî komkujiya dagirkeriya Tirk a li navçeya Zirganê pêk aniye şermezar kir û wiha axivî: "Tirkiye dewleteke kujer e, demokratî û mirovahiyê nas nake û bêyî ferq û cudahî zarok û jinan qetil dike. Ji lew re em dibêjin ku dîroka wê tijî komkujî û sûc in."

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya van êrişên domdar hewl dide herêmê vala bike, da ku demografiya wê biguherîne û niştecihên wê yên resen koçber bike û wiha gotina xwe dewam kir: "Ji beriya sed salî ve anku beriya dewleta Tirk a dagirker ava bibe ev erda me ye û em li ser vê axê ne. Em ê parastina erda pêşiyên xwe bikin."

Welatiyê bi navê Ebdo Ehmed jî got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan zilmeke û ev pirs kir: "Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Me êrişî tu kesî nekiriye! Em tenê jiyaneke birûmet û aştiyane dixwazin ku dûrî êriş û komkujiyên wê be."

Silêman Eyo yê ji Serêkaniyê ku piştî artêşa Tirk bajar dagirker bi darê zorê ji warên xwe hate koçberkirin axivî û bi domdarî got: "Li Serêkaniyê em rehet bûm, lê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker em bi darê zorê ji malên xwe derketin û li navçeya Dirbêsiyê bi cih bûn. Navçeya Zirganê bi dijwarî hate topbarankirin û me bi çavên xwe birîndar dîtin û me dît ku çawa gel ji ber topbarana hovane li çolê raza."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Mdq7hBn53c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>