​​​​​​​Şêniyên Qamişlo: Parastina herêmê erka her kesî ye

Şêniyên Qamişlo diyar kir ku parastina herêmê ji dagirkeriya Tirk erka her kesî ye û got, QSD`ê nûnertiya hebûna gel dike û dê tenê li eniyên parastinê nemînin.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo: Parastina herêmê erka her kesî ye
20 tebax, 2021   23:38
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Artêşa Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilindtir kir û hemwextî vê yekê 16 û 17`ê Tebaxê êrişî herêma Şengalê jî kir.

Balafirên artêşa Tirk navenda bajarê Şengalê kir armanc û di encamê de fermandarekî YBŞ`ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ`ê bû gihaştin asta şehadetê, roja sêşema derbasbûyî jî nexweşxaneya gundê Sekîniyê ya Şengalê bombebaran kir, di  encamê de 4 şervan û 4 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha di vê hefteyê de êrişên xwe li ser gundên navçeyên Til Temir û Zirganê zêdetir kirin, di encamê de gelek sivîl di nav de jin û zarok şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn.

Tevî dijwariya êrişan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe did û parastina herêmên xwe dikin.

/kr/uploads/files/2021/08/20/204044_-.webp

Sebah Îbrahîm diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser nexweşxaneyeke Şengalê hişmendiya wê ya qirêj û hovane îsbat dike û got, dewleta Tirk hewl dide civaka êzidî tune bike.

Sebah Îbrahîm diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê  li dijî faşîzm û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekine û piştgiriya QSD`ê bike û got: "Em ê tê bikoşin û herêmên xwe ji dagirkeran biparêzin."

Sebah Îbrahîm bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ji bêdengiya xwe ya derkeve.

ꞌPARASTINA WELAT ERKA ME TEVAN Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/08/20/204027_-.webp

Şêniyê bi navê Hisên Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Zirgan, Til Temir û herêma Şengalê şermezar kirin û got: "Faşîzma Tirk li herêmê sînaryoya êrişan dubare dike, piştî bajarên Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin, niha hewl dide tevahiya xeta sînor dagir bike, di heman demê de destkeftiyên bi saya şehîd û zarokên me hatine bidestxistin têk bibe, li hemberî vê siyastê tevdî civata navneteweyî bê deng e."

Xelîl piştrast kir ku ne dûr e ku dagirkeriya Tirk êrişî herêma Şengalê bike, ji ber ku li dijî civaka êzidî 73 ferman pêk anîye û di hemû aliyan de jî piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê dike.

Hisên Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "Faşîzma Tirk ferqê naxe navbera pêkhate, olan, mezin û biçûkan, tevan topbaran dike, ji lewma divê hemû gelê herêmê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li kêleka QSD`ê li ber xwe bidin."

Xelîl destnîşan kir ku parastina welat erka her kesî ye.

ꞌEM ERDA XWE JI DIJMIN RE NAHÊLINꞌ

Xelîl berxwedana şêniyên Til Temir û Zirganê silav kir û got: "Ger pêwîst bike em ê li kêleka ewladên xwe yên di nava refên QSD`ê de li dijî dijmin şer bikin, ji ber ku hebûna wan hebûna me jî."

/kr/uploads/files/2021/08/20/204102_-.webp

Leyla Silêman bang li şêniyên Til Temir û Zirganê kir ku dev ji malên xwe bernedin û li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û malên xwe ji dijminê Tirk re nehêlin. Leyla Silêman di dawiyê de got: "Em erda xwe ji dijmin re nehêlin û dê serkeftin  para hêzên me be."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7P5H1Msa5wU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>