​​​​​​​Rêxistinên jinan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Endamên rêxistinên jinan banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir da ku li ser sûcên dewleta Tirk li dijî jin û zarokan hesab jê bixwaze.

​​​​​​​Rêxistinên jinan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
21 tebax, 2021   01:55
NAVEDNA NÛÇEYAN

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan zêde dibindibin, herî dawî jî 8`ê Tebaxê cendermeyên Tirkiyê zaroka 11 salî û jina 25 salî dema ku xwestin sînorê di navbera bajarê Qamişlo û Bakurê Kurdistanê derbas bikin, tecawiz kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagirkirine ve li dijî jinan hovîtrîn sûcan pêk tîne, herî dawî jî du jin ji gundê Qestel Keşk ê girêdayî navçeya Şera (Hêvîn Oso ya 39 salî û Mûzeyen Oso ya 45 salî) revand.

13'ê Tebaxê jî ji ber sûc û zextên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrînê, bi taybet li dijî jinan, jina bi navê Eyşe Mihemed Xalid a 20 salî ku diya zarokekî ye dawî li jiyana xwe anî.

/kr/uploads/files/2021/08/20/214713_-.webp

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Herêma Firatê Gulîstan Bekir der barê mijarê de got, sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî jinan bi awayekî ber bi çav zêdetir bûne.

Gulîstan Bekir bi domdarî got: "Dewleta Tirk ne tenê li dijî vîna jinan, di heman demê de li dijî hemû gelan nexasim ên ku li ber xwe didin xwedî hişmendiyeke qirker e, ji ber vê yekê di serî de li dijî jinan sûcan pêk tîne da ku wan bişkîne û dixwaze di şexsê jinê de gelê Kurd qir bike."

Gulîstan Bekir bang li rêxistinên mirovî yên ku îdiaya parastina mafên jinan dikin, kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin û komîteyeke lêpirsînê ava bike da ku hesab ji sûcdarên jin û zaroka li Qamişloyê tecawiz kirin, bixwaze.

AQÛBETA BI SEDAN JIN NE DIYAR E

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ji destpêka dagirkirina Efrînê û heta niha ve aqûbeta hezar û 200 jinan hîn jî ne diyar e, zêdetirî hezar jinan hatin qetilkirin û tecawizkirin û 99 jin jî hatin revandin û di girtîgeha Ezaz de ne. Di 6 mehên dawî de jî qetilkirina 23 jinan û zewicandina jinekê bi darê zorê û tecawizkirin 9 jinan hatin belgekirin.

/kr/uploads/files/2021/08/20/214652_-.webp

Endama Meclisa Jinên Sûriyê ya Nivîsgeha Helebê Rîham Mihemed jî got, armanc dewleta Tirk ji sûcên li dijî şêniyên herêmê bi giştî û li dijî jinan bi taybet, pêkanîna xewna Osmanî li Rojhilata Navîn e ku di wê demê de li dijî jinan hemû cureyên îşkencekirin û tundiyê pêk anîn.

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li herêmên dagikirî pêk tîne Rîham Mihemed got: "Dîroka xwe dubare dike, dewleta Tirk jinan qetil dike, direvîne û di girtîgehên li hundirê erda ku dagirkiriye îşkenceyê li wan dike. Herî dawî destdirêjiya li jin û zarokekê ya li Qamişloyê bû."

Rîham Mihemed îşaret pê kir ku dewleta hewl dide vîna jinan bişkîne, nemaze piştî ku jinan di qadên siyasî û leşkerî de cih girtin û got: "Armanca hedefgitina jinan, pêkanîna sûcên qetilkirin û tundiyê têkbirina destkeftiyên jinan e."

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê Rîham Mihemed bang li civata navneteweyî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bisekine û zextê lê bike da ku ji hemû herêmên Sûriyê derkeve û koçberan vegerîne warên wan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-OeZ-HjK2IY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>