​​​​​​​Di topbarana li ser gundê Um El-Kêf de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Um El-Kêf ê Til Temirê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li ser gundê Um El-Kêf de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
20 tebax, 2021   21:24
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Derdara û Um El-Kêf ên navçeya Til Temirê didomînin.

Di êrişa li ser nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Um El-Kêf de leşkerekî hêzên hikumetê birîndar bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a bajarê Til Temirê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2fq_QlPrh3E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>