Dagirker êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirin

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê gundê Til Şenan ê asûryan topbaran dikin.

Dagirker êrişên xwe li ser Til Temirê zêde kirin
20 tebax, 2021   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên navçeya Til Temirê zêde kirin. Piştî êrişên li ser gundên Derdara û Um El-Kêfê, di van kêliyan de gundê Til Şenan ê asûryan ê dikeve bakurê rojhilatê Til Temirê jî bi çekên giran topbaran dikin.

Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.

ANHA