Du zarok di bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê de xeniqîn

Du zarok dema ku di ava bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê de avjenî dikirin xeniqîn.

Du zarok di bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê de xeniqîn
20 tebax, 2021   18:26
QAMIŞLO

Zaroka bi navê Meha Ebdulxanî Esaf (17) û Emanî Xalid El-Hesen( 15) dema ku di ava bendava Mizgefê ya navçeya Tirbespiyê de avjenî dikirin xeniqîn.

Her du zarok rakirin nexweşxaneya Heyva Sora Kurd a li navçeyê. Li gorî çavkaniyên Heyva Sor a Kurd her du zarokan piştî ku xwarin xwarin yekser avjenî kirin. Di encamê de bandor li bedena wan kir ku xeniqîn.

ANHA