Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand

Ciwanên şoreşger ên Tirbespiyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk seferberî ragihand û diyar kir ku êriş bi erêkirina Rûsyayê têne kirin.

Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Ciwanên Tirbespiyê li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
20 tebax, 2021   18:07
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya ciwanên şoreşger ên navçeya Tirbespiyê bi sedan şêniyên navçeyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Til Temir û Zirganê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya navenda ciwanan a rojavayê navçeyêê dest pê kir û di nava kola sereke de dewam kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li nava sûka navendî veguherî mîtîngê. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê de endamê tevgerê Mihemed Hemîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir, Zirgan û Şengalê de û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên Tirkiyê bi erêkirina Rûsya û hikumeta Iraqê de pêk tên û hate gotin ku her du alî bi bêdengiya xwe şirîkên êrişan in.

Ciwanan di daxuyaniyê de seferberiya giştî li hemberî êrişên dagirkeriyê ragihandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KpburQolmnQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>