Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin

Şêniyên navçeya Girê Legê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Şengal, Til Temir û Zirganê da û got, ew ê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê berdewam bikin.

Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin
20 tebax, 2021   18:39
QAMIŞLO

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan, Til Temir û Şengalê şermezar kirin.

Meş ji qada Şehîd Xebat ber konê sersaxiyê yê şehîd Egîd Girkê Legê  vedest pê kir. Şêniyan bênavber diruşmeyên silavkirina berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk berz kirin.

Li ber konê sersaxiyê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mihemed Şêx axivî, diyar kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ew ê piştgiriya xwe bi QSD û gelên herêmê re bidomînin.

Hevserokê Meclisa PYD'ê ya Girkê Legê Mistefa Mam Xêr diyar kir ku êrişên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji valahiyekê hatin, lê bi lihevkirina bi hikumeta Iraqê re û erêkirina Rûsyayê pêk hatin. Her wiha got, ev her du alî bi dewleta Tirk re li dijî gelên herêmê komployan dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wz7DvdL5mBY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>