​​​​​​​Zelal Ceger: Ji bo xwedîderketina li Şengalê divê têkoşîn were xurtkirin

Hevseroka TEV-DEM`ê derbarê êrişên dewleta Tirk li Şengalê de anî ziman ku hikumeta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe Şengalê ji çav derdixine û got: “Hikumeta Iraqê ger îro xwedî li Şengalê dernekeve wê sibe xwedî li Bexdayê jî dernekeve.” 

​​​​​​​Zelal Ceger: Ji bo xwedîderketina li Şengalê divê têkoşîn were xurtkirin
17 tebax, 2021   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN  - CÎHAN BÎLGÎN

Duh dewleta Tirk a dagirker di saet 12:10'an de li navenda Şengalê li ser rêya Sûka Kevn li dijî wesayiteke YBŞ êriş pêk anî. Di encama êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. 3 sivîl bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û MÎrza Alî birîndar bûn. Heman rojê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Şengalê kir.

Îro jî careke din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneya Sikeniyê ya girêdayî Şengalê, bombebaran kir. Her wiha sivîlên ku dixwastin birîndar û şehîdan derxînin hatin bomberankirin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hevgirtin û yekitiyê heye û got: “Ji bo xwedîderketina li gelê Şengalê û li dijî derketina qirkirinên dewleta Tirk têkoşîn û berxwedan divê xurttir bibe.”

'HIN ZÊDETIR QETLÎMAN DIXWAZIN'

Zelal Ceger anî ziman ku ev êrişên li ser Şengalê bêhêzbûna AKP û Erdogan diyar dike û got: “Ev dewleta bitirs û aciz herêmekî ku bi kîlometreya jê dûr e qetlîaman li ser çê dike. Metirsiya dewleta Tirk li ser têkoşîn û berxwedaniya civakê heye. Dewleta Tirk a faşîst hin zêdetirîn dixwaze talan û qirkirinê li ser vî gelê kevnar pêk bîne. Ew li ser gelê Kurd xeteriyek mezin e.”

`HIKÛMETA IRAQ`Ê Û DEWLETÊN NAVNETEWÎ BERPIRSIN ` 

Zelal Ceger bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk bi dewletên cîran re û got: “Divê hikumeta Iraqê erkê xwe ya parastina xelkê Şengalê pêk bîne. Ger îro xwedî li Şengalê dernekevê wê nikaribe xwedî li Bexda ye derkeve. Bêhelwestiya hikumeta Iraqê diyar dike ku bi dewleta Tirk re lihevkirine. Hikumeta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe Şengalê ji çav derdixine.  Ew ji van êrişan berpirs e. Hikumeta Iraqê qada hewayî ji Tirkiyê re vekiriye û destûra lêdan û dagirkeriyê dide. Dewleta Tirk li pêşiya çavê hemû cîhanê êrişî gel dike lê kes dengê xwe nake. Ev dewletên navneteweyî hemû ji vê rewşa heyî berpirsyar in.”

`JI HER DEMÊ ZÊDETIR PÊWÎSTIYA HEVGIRTINÊ HEYE`

Zelal Ceger bang kir  ku ji her demê zêdetir pêwîstiya hevgirtina gelê Kurd heye û got: “Dewleta Tirk bê ku cûdabûne têxê navbera sînorê Kurdistanê gelê Kurd bi temamî hedef digre. Dixwaze gelê Kurd di vê sedsalê de ji bo ku deskeftiyên xwe mayînde nekin tine bikin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hevgirtin û yekitiyê heye. Xeterî heman e û berdewam dike. Ji bo xwedîderketina  li Şengalê û li dijî derketina  qirkirinên dewleta Tirk, divê têkoşîn û berxwedan xurtir bibe.”

ANHA