Aram Hena: Êrişên dewleta Tirk bandoreke neyinî li xebatên me yên li dijî terorê dike

Berdevkê QSD'ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got, ev êriş bandoreke neynî li xebatên têkoşîna li dijî terorê dike. Hena bang li civata navneteweyî û Rûsyayê kir ku li hemberî van êrişan berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

Aram Hena: Êrişên dewleta Tirk bandoreke neyinî li xebatên me yên li dijî terorê dike
17 tebax, 2021   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şehba heta navçeya Til Temir a kantona Hesekê postek li ser hesabê xwe yê facebookê belav kir.

Hena got: "Beriya 4 rojan hêzên dagirkeriya Tirk dest bi topbaran gundên Derdara, Şêx Elî, Til Werd, Til Hefyan (Esfûriye), Til Şenan û gelek herêmên din bi top û moşekan kir. Di heman demê de balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan."

Hena diyar kir ku ji ber êrişa li ser gundê Til Şenan ê Asuriyan ê rojhilatê Til Temirê jinek bi navê Meryem Şêx Salih birîndar bû û ziyan gihiştin milkên sivîlan.

Aram Hena destnîşan: "Hêzên me rola parastina sivîlan girt, hewldanên pêşveçûnên dagirkeran ber bi herêmên me ve têk birin û bersiva jêdera topbaranê dan, di encamê de ziyan canî gihandin çeteyan û hêzên dagirkeriyê."

Hena her wiha bal kişand ser xeteriya berdewama van binpêkirinên ligel bêdengiya civata navneteweyî û hêzên aktîv di kar û barên Sûriyê de û got: "Em teqez dikin ku mîna van êrişan dê bandoreke neyinî li xebatên me yên têkoşîna li dijî terorê û parastina giritîgeyên terorîstan û kampan bike."

Aram Hena di dawiya posta xwe de got: "Divê hêzên çekdar ên Rûsya berpirsyartiya xwe bi cih bînin û binpêkirinê hêzên dagirker rawestînin."

ANHA