Erebên Şengalê: Hikumeta Iraqê li ku derê ye?

Welatiyên Ereb ên Şengalê li cihê nexweşxaneya Sikêniyê ya bûye hedefa bombebaranên dewleta Tirk a dagirker, diyar kirin ku fermanek nû dijî Şengalê hatiye destpêkirin û bang li Serokwezîrê Iraqê kirin ku were herêmê û ev pirs hat kirin: “Li Şengalê bi dehan jin û zarokên me bi destê dewleta Tirk hatin kuştin,  serweriya Iraqê, hikûmet û kerameta wê li kuderê ne?

Erebên Şengalê: Hikumeta Iraqê li ku derê ye?
17 tebax, 2021   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Ereb ên herêma Şengalê li pêşiya nexweşxaneya gundê Sikêniyê ku balafirên dewleta Tirk a dagirker îro 3 caran bombebaran kir, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Meclisa Gundê Medîban yê Şengalê Sinêd Xanim li ser navê komê axivî û êrîişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Sinêd Xanim destnîşan kir ku dewleta dagirker êrişî Êzidî û Ereban kiriye û wiha dom kir: “Dewleta dagirker êrişî birayên me yên Êzidî û zarokên me yên Ereb ku di nexweşxaneyê de bûn kiriye. Dewletên dagirker her tim jin û zarokên Şengalê hedef digirin. Em wekî pêkhateya Ereb, vê êrişa hovane ya dewleta Tirk şermezar dikin. Ev êrîş nişan dide ku li hemberî Şengalê û bi taybet li ser civaka Êzidiyan fermanek nû hatiye destpêkirin.”

Sinêd Xanim bê helwestiya hikûmeta Iraqê rexne kir û got: “Em ji Mistefa Kazimî dixwazin ku were li vir binêre ka dewleta Tirk li hemberî Şengal û zarokên me çi dike. Em dipirsin; Li Şengalê bi dehan jin û zarokên me bi destê dewleta Tirk hatin kuştin. Niha serweriya Iraqê, hikûmeta wê, kerameta wê li kuderê ye?”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4Rn8Pcqz_VI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>