'Bexda û Hewlêr û civata navneteweyî rê li pêş qirkirina êzidiyan vedikin'

Endamê Desteya Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Îlyas Seydo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê got: "Hikumetên Bexda û Hewlêrê û civata navneteweyî bi bêdengiya xwe rê li ber qirkirina êzidiyan vedikin."

'Bexda û Hewlêr û civata navneteweyî rê li pêş qirkirina êzidiyan vedikin'
17 tebax, 2021   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker piştî danê nîvro nexweşxaneya gundê Sekîniyê yê girêdayî Şengalê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên berdest nexweşxane bi 3 derbeyan hat armanckirin û birîndar jî hene.

Ev ne cara yekemîn e ku dewletaTirk Şengalê bombebaran dike. Ji dema rizgarkirina Şengalê ji qirêjiya DAIŞ’ê ve dagirkeriya Tirk rûbirûyî êrişan e. Duh balafirên şer ên Tirkiyê erebeya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin hedef, di encamê de fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn.

Girêdayî vê yekê, endamê Desteya Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Îlyas Seydo da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di têkbirina civaka êzidî de bi perspektîfên dewleta Tirk de di 3’yê Tebaxê de bi bin ketin. Ji ber şêniyên Şengalê, HPG, YPJ û YPG’ê berxwedaneke mezin li hember DAIŞ’ê meşandin.

Seydo destnîşan kir ku ji dema rizgarkirina Şengalê û heta niha ve êrişên dewleta Tirk ên li dijî civaka êzidî ranewestandine û wiha pê de çû: "Di encama êrişên dagirkeriya Tirk de gelek fermandar û têkoşer şehîd bûn, mîna Mam Zekî û Seîd Hesen. Îro jî êrişî nexweşxaneya gundê Sikêniyê  kir."

Seydo anî ziman ku armanca sereke ji êrişên dagirkeriya Tirk qirkirina civaka êzidî û gelê Kurd e û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev êriş bi armanca berdewama projeya qirkirina civaka êzidî ye. Armanca din jî vegera koçberan li axa Şengala pîroz asteng bibe."

Seydo bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê li hember êrişên li ser Şengalê şermezar kir û bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY’yê kir ku helwesteke cidî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî civaka êzidî nîşan bide û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê helwesteke navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyê were nîşandan. Ji ber bêdengiya navneteweyî, bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêr rê li pêş qirkirina civaka êzidî vedikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/blbCoGLdWKc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>