PAJK: Êzidî wê hesab ji diminê qirker bipirse

PAJK: Ciwanên me yên Êzidî wê ti carî serî li ber dijmin û mêtingeran netewînin û li dijî qirkirinê, têkoşîna hebûnê bi ser bixînin. Xelkê me yê Êzidî wê hesab ji dijminê qirker û hêzên komkujer bipirse.

PAJK: Êzidî wê hesab ji diminê qirker bipirse
17 tebax, 2021   13:37
NAVENDA NÛÇEYA

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyek weşand. PAJK`ê di daxuyaniya xwe de got têkoşer Seîd Hesen ti carî ji bîr nakin û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş di çarçoveya plan û komployeke mezin de hatiye kirin. Hêzên navneteweyî ku ji bo komkujiyan rê dide dewleta Tirk a faşîst û civaka me ya Êzidî, gelê Kurd di bin zexta qirkirinê de dihêlin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di êrişa nemeradane ya rejîma faşîst a Tirk de, ji fermandarên hêja yên YBŞ'ê Seîd Hesen û hevrêyê wî şehîd bûn, ku vê yekê em gelekî êşandiye. Ji rûspiyên xelkê me yê Şengalê Seîd Hesen ji bo azadiya xelkê Şengalê salên dûr û dirêj kedeke mezin da, têkoşiya. Seîd Hesen ku cihê xwe di dilê xelkê xwe de girt bi dilsoziya xwe ya bi baweriya xwe, bi welatparêzî û helwesta xwe ya yekîtiya neteweyî ya Kurd li çar parçeyan ji aliyê gelê me ve tê naskirin. Seîd Hesen ji bo rêxistinî û azadiya xelkê me yê Êzidî bi dil û can têkoşiya, di nava şert û mercên herî giran de bi rengekî fedakar tevlî bû. Tevlî şerê azadiyê yê li dijî DAIŞ'ê bû, kir ku ciwanên Êzidî ber bi eniya berxwedanê ve seferber bibin û ji bo vegera xelkê Êzidî yê bi zora şer û komkujiyê koçber bûn û di ragihandina xweseriya Şengalê de xwedî kedeke mezin bû. Ev şedaet ji bo xelkê me yê Şengalê û gelê Kurd windahiyeke mezin e. Lê belê em zanin ku ciwanên xelkê me yê Êzidî wê têkoşîna bi rûmet a Seîd Hesen dewam bikin, wê ti carî serî li ber dijmin û mêtingeran netewînin û li dijî qirkirinê, têkoşîna hebûnê bi ser bixînin. Xelkê me yê Êzidî wê hesab ji dijminê qirker û hêzên komkujer bipirse.

Em ê şervanê demokrasî û azadiyê, têkoşer Seîd Hesen ti carî ji bîr nekin. Di serî de malbata wî bila serê civaka me ya Êzidî, PADÊ, Meclîsa Xelkê Êzidxanê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Em soza xwe dubare dikin ku heta xwediyê zîhniyeta kujer ji vê xakê biavêjin, em ê her tim gelê xwe biparêzin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ DYE Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Di demekê de ku êşên fermana 73'yan ên civaka me ya Êzidî teze ne, birîn hînê nehatine pêçandin de şehîdxistina Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve, polîtîkaya hêzên navneteweyî ya li dijî xelkê Êzidî radixe pêş çavan. Berpirsyarê esasî yê vê komkujiyê DYA' ye ku qada hewayî ya Iraqê ji êrişan re vekiriye, hiqûqa navneteweyî bi cih nîne û Neteweyên Yekbûyî ye. Desthilatdariya Erdogan-Bahçelî-Soylû ku bi ruhekî paranoyak timî terorîstan hildiberîne û hewl dide armanca xwe ya ji bo komkujî û qirkirinê veşêre, sûcê şer dike. Êrişa hewayî ya li navenda Şengalê li dijî wesayita Seîd Hesen sûcekî şer jî nîne. Bi rengekî eşkere înfaz e. Li navenda Şengalê înfaz hatiye kirin, tê kirin. Eger hesabê qetilkirina Seîd Hesen bi rengekî xurt neyê pirsîn, ev tifaqa faşîst a sê alî ya li Tirkiyeyê wê ji bo tunekirina îradeya siyasî û leşkerî ya li Şengalê êrişên xwe yên nemerdane dewam bike. Li dijî vê komkujiyê nabe ku gelê me li Şengalê, Rojava, Başûr, Bakur û Ewropayê tenê bi çend çalakiyên girseyî li derbas bike. Ya ku divê bê kirin, hesabê vê êrişê bê pirsîn ku dewama qirkirinê ye, misogerkirina xweseriya Şengalê ye, parastina nirxên çandî yên xelkê me yê Êzidî ye.

Eşkere ye ku êriş di çarçoveya plan û komployeke mezin de hatiye kirin. Hêzên navneteweyî ku ji bo komkujiyan rê dide dewleta Tirk a faşîst û civaka me ya Êzidî, gelê Kurd di bin zexta qirkirinê de dihêlin, DYA û Almanya ne. Amerîka weke endamekî NATO'yê her cûre êrişên li dijî hiqûq û mirovahiyê yên dewleta Tirk a faşîst dipejirîne. Yê ku di çarçoveya berjewendiyên aboriyê de peymanan mohr dike dewleta Almanyayê ye. Dewleta Almanyayê bi salan e kiriye ku jiyan li vê xakê nebe, polîtîkaya koçberkirina Êzidiyan dimeşîne û li aliyê din jî li Ewropayê polîtîkaya hewandina Êzidiyan dimeşîne. Di serî de Almanya, divê xelkê me yê Êzidî yê li Ewropa û Rûsyayê bersiveke mezin bidin vê komkujiyê. Eger dewletên navborî ne hevkarê vê komkujiyê bin, heta ku li hemberî Tirkiyeyê helwesteke berçav nîşan bidin, divê gelê me li her cihî nerazîbûnê nîşan bidin, çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.

'IRAQ Û PDK HEVKARÊ VÊ KOMKUJIYÊ NE'

Hevkarê vê komkuijyê Iraq û PDK ne ku bi Tirkiyê re li hev dikin, dixwazin xweseriya Şengalê û hêzên xweparastinê YBŞ, YJŞ'ê ji holê rakin. Xeta bi dijminatiya Kurdan a PDK herî pir di dijminatiya ser Êzîdiyan de xuya dike. PDK ya ku dema êrişên DAIŞ'ê Êzidî berdan û reviyayî niha jî bi rengekî aşkere destekê dide kuştina Êzidiyan. Tifaqên gemarî vê diçespîne. Her wiha organên weşanên ên PDK'ê yên bi desteka TC'ê ku êrişa ser gelê me yê Êzidî meşrû nîşan didan, Êzidiyan dikin hedef ji bo van armancên gemarî têne bikaranîn. Ji ber vê em K24'ê ku dijminatiya Kurdan dike şermezar dikin.

BANGA PIŞTEVANIYÊ LI JINÊN EFGAN

Vîna siyasî ya gelê me yê Şengalê û Rojava ku ji çaxê DAIŞ hatî şikandin û gelek caran projeyên çareseriya demokratîk danîn û hatiye xwestin ku statûya xweser a demokratîk were naskirin ji hêla hêzên Rojavayî ve nayê naskirin û şer tê girankirin. Drameke wiha gelê Efganîstanê jî dijî. Di serî de ji hêla Rûsya û DYA'yê ve nasnekirina pergala Bakur-Rojhilatê Sûriyê stratejiya domandina qirkirina li ser Kurdan, her cure komkujî, cinayet, talan û hilweşandinê ye. Hê di roja pêşî de ku Talîbanê dest li ser rêveberiya Efganîstnaê danî, ji hêla Rûsyayê ve naskirina wê siyaseteke komployê ya alçax e li ser gelên ku divê weke muxatab siyasî bigirta û li jinan e. Em vê helwesta Rûsya ji ber vê helwestê şermezar dikin. Hişmendiya ku Talîban weke rêveberiya fermîn as dike hişmendiya DAIŞ'ê ye. Em bang li Tevgerên Jinan dikin ku li dijî Rûsyayê helwesta xwe nîşan bidin, piştevanê jinên Efgan bin.

Em êrişên qirker ên li ser gelên çewisandî û çandan careke dî şermezar dikin. Em berxwedana gelê me yê Êzidî ku li dijî qirkirinê têkoşoîna xwebûn û azadiyê dike silav dikin. Di şexsê Îsa Xwedêda, Bêrîvan Şengalî û bav Seîd Hesen hemû şehîdên me bi hurmet silav dikin, em sond dixwin di avakirina Êzidxana azad û xweser de bi peywira xwe ya pêşeng bi layiq rabin û bi cih bînin.''