'Şengal ne bi tenê ye'

Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Meclisa Ciwanên Tebqayê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê dan û gotin: "Şengal ne bi tenê ye."

'Şengal ne bi tenê ye'
'Şengal ne bi tenê ye'
'Şengal ne bi tenê ye'
17 tebax, 2021   14:31
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi beşdarbûna bi dehan endaman hate xwendin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, alava şer a dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê û bêdengiya dewleta Tirk û hevkariyeke eşkere di navbra AKP û hikumeta Iraqê de li sivîlên ewle yên Şengalê dide. Her wiha hate diyarkirin, "Ji ber van êrişan kesên ku hebûna xwe parastin û DAIŞ'ê qewitandin şehîd bûn. Her wiha gelek sivîl, di nav de jin û zarokên temenmezin birîndar bûn. Dewlet Tirk bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Rêveberiya Xweser êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û bang li Komara Ereban û rêxisitnên mirovî kirin ku êrişên hovane yên rejîma Tirk rawestînin.

'ŞENGAL NE BI TENÊ YE'

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eA3G4mrcyC8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê jî bi amadebûna bi dehan endaman daxuyanî da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Heco daxuyanî xwend, êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê şeremzar kirin.

Ronahî diyar kir ku çiqas komkujî werin kirin, civaka Êzidî ya Şengalê qir nabe û got, bi yekitiya her parçeyên Kurdistanê û piştgiriya xelkê Şengalê dê tola keç û xortên Şengalî yên ji ber DAIŞ û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan were hilanîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan got, ew ê beşek ji tolhildanê bin û Şengal ne bi tenê ye.

Meclisê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdên êrişên dawî ya dweleta Tirk re xwest û banga xurtkirina têkoşînê li ser xeta şehîdan kir.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SJT2sfY8WM4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Ciwanên Tebqayê jî li pêşiya navenda xwe ya Şehîd Hanî kom bûn û daxuyanî dan. Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Şeza Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên deweleta Tirk ê hevkarên wê PDK'ê yên li ser "Gelê azadîxwaz û aştîxwaz" hatin şermezarkirin.

Ciwanan her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got: "Em piştgiriya xwe ji bo hevalên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan didin, em wan tenê di xendeqê parastina projeya neteweya demorkatîk de nahêlin. Em leşker bin û di bin ala wan de şer bikin heta ku serkeftinê pêk bînin."

Daxuyanî bi diruşmeyên şermezarkirina êrişên li ser Şengalê û silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA