Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha pirtûkên rêber Ocalan li Minbicê vekir

Bi dirûşmeya "Em bibin yek, tola xwe rakin û dagirkeriyê têk bibin", Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Minbicê pêşangeheke pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vekir.

Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha pirtûkên rêber Ocalan li Minbicê vekir
17 tebax, 2021   13:01
MINBIC

Pêşangeh bi beşdarbûn şênî, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, partiyên siyasî, saziyên jin, rûspî û şêxên eşîran li baxçeyê Yekitiya Werzîşê, hat vekirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Semet Hezorî axivî û destnîşan kir ku di vê pêşengehê de cewherê rastîn a wekhevî, azadî û biratiya gelan heye.

Her wiha Endama Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya El-Hisên diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ew gihaştin vê rojê.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarê wê Sîham Hemo jî da zanîn ku ev pirtûk ji aliyê mirovekî ku ji bo azadiya gelan têdikoşe ve, ji hundirê girtîgehê derketine.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, beşdar di pêşangehê de geriyan. Pêşangeh wê du rojan dewam bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_4jjPmgnJ1E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>