Malbatên girtiyan banga eşkerekirina çarenûsa zarokên wan ên girtî kirin

Malatên girtiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Şer ên Şehbayê daxuyaniyeke hevbeş dan û xwestin ku rewşa girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de bê eşkerekirin.

Malbatên girtiyan banga eşkerekirina çarenûsa zarokên wan ên girtî kirin
17 tebax, 2021   12:18
 ŞEHBA

Bi dehan malbatên girtî û şehîdan û Gaziyên Şer li kampa Serdem a li kantona Şehbayê kom bûn û xwestin ku çarenûsa girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst bê eşkerekirin.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Avdar Elo û endamê saziya Gaziyên Şer Gîvara Şoreş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya bi berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk re hate nîşandan û hate gotin ku li girtîgehan zilm û kiryarên hovane li dijî girtiyan tên kirin û li hemberî wê yekê rêxistinên mirovî û dadgehên Efûyê yên Navneteweyî xwe ker dikin û bi wê yekê rê didin faşîzma Tirk ku zilma li dijî girtiyan dewam bike.

Her wiha hate gotin:" Zarokên me yên girtî ji ber nêrînên xwe hatine girtin, wan tundî nekiriye û banga tundiyê jî nekirine. Tenê banga mafên me yên rewa kirine, faşîzm jî vê yekê wekî sedema girtina wan ya nerewa dibîne. Wan girtiyan di hucreyên ji cîhana derve qut de radigirin û îşkenceya fîzîkî û derûnî li wan dikin. Heta demeke dirêj jî ew xistibûn hucreyên yekkesî.

Em dizanin ku zarokên me ji beriya çend mehan ve dest bi greva birçîbûnê kirine, bi wê yekê xwestin bêjin ku ew ê li hemberî kiryarên faşîzma Tirk serî netewînin. “

Di daxuyaniyê de bang li rêxistina Efû ya Naveneteweyî hate kirin ku sînorekî ji kiryarên hovane yên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst re û çeteyên wê re, deyne. Her wiha bang hate kirin ku îşkence û danûstandina xirab  bi girtiyan re bê bidawîkirin û bihêlin ku di zûtirîn dem de peywendiyê bi malbatên xwe re deynin, her wiha rê bidin tîmên tenduristî ku rewşa wan a tenduristî kontrol bikin piştî ku dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha banga avakirina desteyên çavdêriyê yên serbixwe hate kirin da ku serdana girtîgehan bike, wan bi awayekî adil darizîne û serbest berde.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li rêxistina Mafên Mirovan û Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî dikin ku rêber Abdullah Ocalan serbest berde.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana girtîgehan û berxwedana rêber Ocalan, bi dawî bû.

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Abj4AzbTbRU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>