Dagirkeriya Tirk nexweşxaneyek Şengalê bombebaran kir –HATE NÛKIRIN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Nexweşxaneya Sikîniyê ya girêdayî Şengalê dan. Li gorî agahiyan, birîndar hene.

Dagirkeriya Tirk nexweşxaneyek Şengalê bombebaran kir –HATE NÛKIRIN
17 tebax, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro careke din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneya Sikîniyê ya girêdayî qezaya Şengalê, bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de birîndar hene.

Hate ragihandin ku balafirên dewleta Tirk a dagirker 3 caran nexweşxane bombebaran kirine, ji ber wê jî sivîl nikarin derbasî nexweşxaneyê bibin û birîndaran derxin.

Tevgera balafirên şer li asîmanê herêmê dewam dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pcP-u2yrf3c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>